Platforma Jinê ya Ewropayê çalakiyek kir

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê Plaftorma Jin ya Ewropa û Tevgera Jinan a Antî-Faşîst meş û mîtîngek kirin.

Meş ku ji aliyê Plaftorma Jin ya Ewropa û Tevgera Jinan a Antî-Faşîst ve hate organîzekirin li Colûmbûplatz destpê kir heta Karlsplatzê dewam kir.

Li gel Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Evûtûrya bi tevlîbûna Kurdistanî, rêxistinên Tirkiyeyî û sosyalîtên çep jinên antî faşîst ên Evûstûryayî berî meşê mîtîngek kirin. Ji bo giyanê sê jinên li Kobanê şehîd bûbûn û tevahî jinên ku li cîhanê ji ber şideta mêr hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê, bi pankart, flama û posterên renga reng ji Colûmbûsplatz heta Sefaretxaneya Tirk û ji wir jî heta Karlsplatzê meş dom kir.

Di serî de şideta mêr, faşîzim û nîjaterestiya li Evûstûrya êrîşên dagirkeriyê ya Tirk hatin prototestokirin. Di meş û mîtîngê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî piştevaniya şoreşger’, ‘Gerîla Tolhildan’, ‘Fraûen, morder Erdogan’, ‘Bican bixwîn em bi te re ey Serok’, ‘TC ji Kurdistanê bicehenime’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

Di tevahiya meşê de belavok û broşor hatin belavkirin.