Piştî Thatcher, yekem Serokwezîra jin
Piştî ku Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron li dû referandûma li ser derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê îstifa kir, eşkere bû ku kesa bikeve şûna wî, jin e.
Piştî ku Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron li dû referandûma li ser derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê îstifa kir, eşkere bû ku kesa bikeve şûna wî, jin e.
Ji bo diyarkirina serokatiya Partiya Mûxafazakar (Torîes), ku ev ê di heman demê de bibe serokwezîr, li nava koma partiyê hilbijartin hat kirin. Di vê hilbijartinê de Wezîra Karên Hundir Theresa May 199 deng stand. Ji nava 329 parlamenteran bi tenê 46'an dengê xwe dan Wezîrê Edaletê Mîchael Gove. Li ser vê yekê Gove da xuyakirin, ku wî xwe ji namzetiyê vekişandiye.
Wezîra Enerjiyê Andrea Leadsom jî 84 deng wergirt. Piştî ku Gove xwe ji namzetiyê vekişand, eşkere bû ku Leadsom wê bibe hevrika May.
Di qonaxa ji niha û pê ve ya hilbijartinê de wê endamên Partiya Mûxafazakar ku bi qasî 150 hezar e di 9'ê Îlonê de dengê xwe bi kar bînin. Endamên partiyê wê di nava van her du namzetên jin Therea May û Andrea Leadsom de yekê hilbijêrin.
Tê gotin, di hilbijartinên Serokwezîrtî û Serokatiya Partiyê de Teheresa May bêhtir bi avantaj e.
Margaret Thatcher, ku di sala 1975'an de ji bo Serokatiya Partiya Mûxafazakar hatibû hilbijartin, weke Serokwezîra destpêkê ya vî welatî di navbera salên 1979-1990'î de bi vê erkê rabûbû.