Pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin

Komîsyona Jinan a Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûnê biboneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xwarinek da. Li navçeya Dîgora Qersê û Stenbolê jî şahî hatin lidarxistin.

Komîsyona Jinan a Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûnê ya Hatayê biboneya 8'ê Adarê li Restoranta Qesra Sipî ya Îskenderûnê xwarinek da. Ji sendîka, platformên kedê û derdorên din nêzî 250 jin tevlî xwarinê bûn. Di salonê de pankrata wêneyên 3 jinên Kurd yên şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirin ya "Soza we soza me riya we rêya me ye" daliqandin. Piştî rêzgirtinê bernameyê dest pê kir. Endama Meclîsa BDP'ê Emîne Înan û Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Îskenderunê Şukran Laçîn axivîn û bal kişandin ser dîroka 8'ê Adarê. Piştî axaftinan jina bi stranan govend girt.

QERS

Li navçeya Dîgorê ya Qersê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê de şano û sînevîzyon hat pêşandan. Li navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Dîgorê şano û sînevîzyon hat pêşandan û helbest hatin xwendin. Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtan, Hevserokên BDP'a Qersê Nuriye Erkmen, Şerafettin Îldirim, Şaredarê Dîgorê Musaffer Kutay, Wekîlê Pazarcixê Husnu Anci, endamên meclisa bajar û navçeyê û bi sedan welatî amade bûn. Di şahiyê de peyama Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen ku li girtîgeha Tîpa H a Erziromê ye hat xwendin. Piştre Wekîle Şaredar Husnu Anci, 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Hevseroka BDP'a Qersê Nuriye Erkmen jî diyarkir ku, çiqas jin di ber xwe bidin dê ew qas bi hêz û azad bibin.

Piştre Koma şano ya Roja Med derket ser dikê.

STENBOL

Xwendekarên jin ên welatparêz yên Beşa Wêjeyê yên Zanîngeha Stenbolê (İU) jî bi heman armancê şahiyek pêk anîn. Şahî bi silogana "Ji Rozayan heta Sakineyan soza we soza me, têkoşîna we têkoşîna me ye" pêk anîn. Jinan di şahiyê de bê navber siloganên "Jin Jiyan Azadi" û "Biji Serok Apo" qîrkirin.