Di nav wan 370 sazî û dezgehan de ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (BHQ) hatin girtin Komeleya Jinê ya Gokkuşagi jî heye. Ji Desteya Rêveber a Komeleyê Gulîstan Taşkiran, Fîtnat Durmuşoglu û Nazîme Ulker êrîşa li ser komeleya xwe nirxandin. Taşkiran diyar kir, komeleya wan ji 2003’yan ve li dijî her cure tundiya ku kana wê serweriya hişmendiya dewleta zilêm e, ew têdikoşin û wiha got, "Şevê dî bêyî ku ti agahî were dayin derî bi çilîngirê hatiye vekirin, dest li ser ewreqan hatiye danîn û derî hatiye mohkirin."
Taşkiran da xuyakirin, li ser tevahiya civakê polîtîkaya pirnisandinê tê meşandin û got, "Bi êrîşên giştî yên ku ji beriya Rewşa Awarte dest pê kirin, ên bi ser hemû beşên civakê yên muxalîf de, dixwazin civakê çavtirsandî bikin. Ev ê ti encamê bi xwe re neyîne, bi çeka BHQ’ê weke haran êrîşê dibine ser her deverî. Lê dîroka berxwedanê ya jinê jî nîşan dide ku daxwaza wan ti caran wê pêk neyê. Em ê serê xwe berjêr nekin û rajêrî wan nebin. Em ê ji têkoşîna azadiya jinê bi paş ve gav neavêjin. Em li kuçe û qadan têkoşînê didin û qadên me yên rewa kuçe ne. Em van mohran nas nakin."
Fîtnat Durmuşoglu got, "Tirseke wan heye ji têkoşîna jinê ya bi salan tê" û diyar kir, ev polîtîka şanîdêra tirsa desthilatdariyê ye. Durmuşoglu diyar kir bi zextê li ser saziyên jinan, bi êrîşan li ser jinan ên li kuçeyan, bi êşkenceyan çi tişta ku ji destê wan tê dikin û wiha berdewam kir, " Jin ev bi sedan sal in têdikoşin û ev têkoşîn wê berdewam bike. Têkoşîn wê bi êrîşan berdewam bike. Me dît ku bi ser bînahiya KJA’yê de jî girtin. Li gor xwe nîşan didin ku ew zextan dikin lê jin li her deverê li ber xwe didin. Têkoşîna azadî û rizgariyê ti caran nehatiye berdan û jin jî wê bernedin."
Nazîme Ulker diyar kir girtin û êrîş bi ser mafên wan in ku wan bi dest xistine û wiha dom kir: "Em hişmendiyeke wiha re hevrû ne ku hewl didin destketiyên jinan ji dest wan bistînin. Lê bi rastî jî jinana ev destketin bi berdêlên giran bi dest ve anîn û hê jî berdêlan didin. Jin ti caran wê van destketinan bi destê vê hişmendiyê ve bbernede. Ev zext jinan bêhtir hêrs dikin û dikin ku jin bêhtir li heqê xwe xwedî derbikevin. Me darbeya 12’ê Îlonê jî dît. Ango me ev pir dîtin. Em ê rajêr nebin, em ê vê hişmendiyê cidî nebînin û pir hêrs bibin."