'Pêwîste jin bi mîsyona xwe rabin'
Aktîvîsta KJA û Cîgira Serokê Giştî yê DBP'ê Leyla Ayaz diyar kir, azadiya jinê bi rêxistinbûyîna jinê dibe û destnîşan kir, ku jin wê jiyanê ji nû ve ava bikin û sîstema bi serdestiya mêr hilweşînin.
Aktîvîsta KJA û Cîgira Serokê Giştî yê DBP'ê Leyla Ayaz diyar kir, azadiya jinê bi rêxistinbûyîna jinê dibe û destnîşan kir, ku jin wê jiyanê ji nû ve ava bikin û sîstema bi serdestiya mêr hilweşînin.
Aktîvîsta KJA û Cîgira Serokê Giştî yê DBP'ê Leyla Ayaz, li ser xebat û armanca Kongreya Jinên Azad (KJA) ji ANF'ê re axivî û got, bi pêşengiya jinê jiyan ji nû ve tê avakirin.
'RÊXSTINBÛYÎNA JINÊ YA AZAD JI BO JINAN GELEKÎ GIRÎNG E'
Ayaz da xuyakirin, ku di bin sîwanê KJA'yê de ew hewl didin li her navçe û taxan meclîsên jinan ava bikin û ragihand, wan li 4 taxên navçeya Amed Rezanê meclîsên jinê ava kirine. Ayaz diyar kir, endamên meclîsên jinan bi giranî li nava malan digerin û hewl didin xwe bigihînin jinên li nava malê hatine hepskirin û got, "Em bi giranî dixwazin xwe bigihînin jinên dor lê hatiye girtin û nîşan bidin ku ew bi tenê nînin. Encameke baş ji vî karê me derdikeve. Rêxistinbûyîna jinê ya azad, ji bo jinan gelekî girîng e. Di navbera baweriya jineke bi mêrekî û baweriya jinê bi jinekê de gelek cudahî heye."
Ayaz da xuyakirin, ku ji bilî KJA'yê, DBP'ê jî meclîsên serbixwe yên jinan ava kiriye û ev meclîsên li nava DBP'ê bi giranî ji rêveber û hevserokên DBP'ê pêk tên. Ayaz ragihand, bi rêbaza rêxistinbûyîneke biçûk re ew hewl didin li nava bajêr, navenda giştî û navçeyên derve meclîsa jinê ava bikin û giraniya xwe niha didin vî akrî.
'EM LI NAVA MALAN DIGERIN'
Ayaz da zanîn, dema ew diçin nava malan deriyê hemû malan li wan tê vekirin û gava jin li pêşberî xwe jinan dibînin, bi rehetî deriyê xwe vedikin. Ayaz diyar kir, ew bi gera li nava malan û xwegihandina jinên li malan hewl didin modela rêxistinbûyîna KJA'yê bixin meriyetê. Ayaz ragihand, ji ber konsepta şer a tê meşandin, di asteke têrker de ew nikarin performanseke xurt nîşan bidin û got, "Binçavkirin û girtin gelekî zêde bûn. Ji xwe li her devera Kurdistanê hewldana hilweşandinê heye. Bêguman ev yek bandoreke giran li gel dike. Lê herî zêde bandorê li jinan dike."
Ayaz diyar kir, ew dixwazin vîna jinên hatine bêdengkirin derxînin holê û wiha dewam kir: "Em dixwazin jinan biherikînin nava qadan û bikin ku jin hem di nava tevgera jinê ya xweser de cih bigirin, hem jî di rêxistinbûyîna giştî de bi rol û mîsyona jinê rabin."
'DESTHILATDARIYA AKP'Ê JINAN TINE DIHESIBÎNE'
Ayaz destnîşan kir, ku desthilatdariya siyasî polîtîkaya tinehesibandin û nedîtina jinan dimeşîne û got, "Li gorî hikûmetê 'jin dayik e, zarokan tîne dinyayê û nabe ji malê derkeve'. Di dema dawî de hewl didin modeleke jinê ya bi îfet bafînin." Ayaz da xuyakirin, ku polîtîkayek jinê mehkûmî zîhniyeta mêr dike tê meşandin û diyar kir, ji ber vê polîtîkayê kuştin û şîdeta li hemberî jinê zêde bûye.
'DIVÊ JIN DAKEVIN QADAN'
Ayaz bang li jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, "Em timî vê dibêjin; jin pêşengê şoreşê ne. Yanî dema mirov li hemû pêvajoyên şoreşê binêrin, wê bê dîtin ku her çend ji aliyê zîhniyeta mêr ve nehatibe qebûlkirin jî pêşengê herî mezin jin in. Di vê demê de jî, bi rûniştina li malê tiştek nayê irin. Heta em bêdeng bin, ev şerê kirêt wê me hemûyan qetil bike. Divê jin bi vîna xwe bawer bin û dakevin qadan. Kes nabêje vaye ji we re mafê xwe. Weke KJA em bang li hemû jinan dikin ku di bin sîwanê KJA'yê li hev bicivin, têkbikoşin, li ber xwe bidin."