Partiya herî zêde xwedî wekîlên jin HDP ye

Piştî lîsteyên namzetiyê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê hate eşkerekirin û şûn de, partiya HDP’ê ya ku bi 226 wekîlên jin li pêş e, li 19 bajaran namzetên jin di rêza yekem de ne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 24’ê Hezîranê ya pêş wext de, yekane partiya ku xwedî 226 wekîlên jin e. Li gel hejmara wekîlên jin, di lîsteya HDP’ê de li 19 bajaran namzetên jin di rêza yekem de cih digirin.

LI 19 BAJARAN JIN DI RÊZA YEKEM DE NE

Li gorî rêzê wiha ye; Tulay Hatîmoglûllari (Edene), Nevîn Aytekîn (Afoynkarahîsar) Fîlîz Kerestecîoglû (Enqere Herma 1), Nûray Turkmen Canli (Enqere Herêma 2), Nesîbe Yoyler (Balikesîr), Feleknas Ûca (Êlih), Nazli Çoban(Çankiri), Şerîfe Yildirim (Denîzlî), Pinar Aytekîn Ozguç (Erzîngan), Leyla Guven (Colemêrg), Fatma Kûrtûlan (Mêrsîn), Pervîn Bûldan (Stenbol Herêma 1), Serpîl Kemalbay (Îzmîr Herêma 1), Sûltan Ozcan (Mûgla), Gulîstan Kiliç Koçyîgît (Mûş), Çîçek Ariç (Sakarya), Medîha Oya Yagçi (Semsûr), Meral Daniş Beştaş (Sêrt), Ayşe Gul Kafkas (Sînop).

35 WEKÎLÊN JIN DIVÊ BÊN HILBIJARTIN

Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Jinan a HDP’ê girtî, ji ber ku hê YSK’yê têkildarî wekîlan biryara dawî eşkere nekiriye, dibe ku hejmara 226 bê guhertin. Li bendêye ku Meclîsa Jinan vê hejmarê zêdetir bike. Lê astengiyên mîna derxistinên bi BHQ’ê, serbestiya di bin kontrolê de dibe ji aliyê YSK’yê ve bê pêşkêşkirin. Li aliyê din Meclîsa Jinan diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li bendê ye ku 30 heta 35 wekîlên jin der bixin. Divê neyê ji bîrkirin ku debe ev hejmar zêdetir jî bibe.

HDP a ku di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an bi 80 wekîlî çûbû Meclîsê. Ji Parlemeterên HDP’ê 32 jê jin bûn. Di hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an de jî HDP’ê 59 parlemeteran derbasî Meclîsê bibû. Di vê hilbijartinê de jî 23’ê jê jin bûn.

CIHÊ KU HERÎ ZÊDE HDP XWEDÎ DENG E JIN LÊ HENE

Li aliyê din di lîsteya HDP’ê ya di hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê ku bajarên herî zêde deng lê anî, hejmara wekîlên jin jî zêde bûn. Li Amedê di hilbijartina 7’ê Hezîran 2015 10 û 1’ê Mijdara 2015’an 9 wekîlên jin hebûn. Yek ji van namzetan jî Dersim Dag a di sala 1996’an hatiye dinê bû.

Li Êliha ku hem di hilbijartina 7’ê Hezîranê û hem jî 1’ê Mijdarê de 3 parlemeter bi dest xist, ji 5 namzetan 2 jin bûn. Di rêza yekem de Feleknas Ûca cih digirt. Li Mûşîê di rêza yekem de Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li Sêrtê di rêza yekem de Meral Daniş Beştaş, li Colemêrêgê jî di rêza yekem de Leyla Guven hebû.

Li gel rêza yekem a wekîlên jin, di hilbijartina 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdara sala 2015’an de, di lîsteya HDP’ê ya Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dersim û Wan rêza yekem jî di nav de 31 wekîlên jin cih digirt.