Partiya Çep a Elman di binê benda hilbijartinê de ma

Li gorî encamên fermî yên demkî yên hilbijartinên giştî yên Elmanyayê Partiya Çep (Die Linke) bi rêjeya ji sedî 4.9 ê dengan di binê bendê de ma. Tê payin ku Partiya Çep tenê bi 3 parlamenteran li meclîsê bê temsîlkirin.

Ji bo hilbijartinên Meclîsa Federal a Elmanyayê ku bang li zêdeyî 60 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Di hilbijartinê de partiya Serokwezîr Angela Merkel Yekîtiya Demokratan a Xiristiyan (CDU) û Partiya Çep têk çûn. Li gorî encamên fermî yên demkî ku serê vê sibehê hatin eşkerekirin, CDU û hevkarê wê CSU li gorî hilbijartina beriya niha ji sedî 8.9 ê dengan kêm kir û ji sedî 24.1 ê dengan wergirt.

Partiya Çep jî li gorî hilbijartinên sala 2017'an ji sedî 4.3 kêm kir û ji sedî 4.9 wergirt. Eger encam bi vî rengî bimîne wê Partiya Çep di binê benda ji sedî 5'an de bimîne. Eger nikaribe ji bendê derbas bike jî tenê 3 parlamenterên yekser hatine hilbijartin wê li meclîsa nû Partiya Çep temsîl bike. Ji Berlînê Gregor Gysi û Gesine Loetzsch û ji Leipzigê jî Soeren Pellmann li herêmên xwe yên hilbijartinê dengê herî zêde girtin û maf wergirtin ku tevlî Meclîsa Federal bibin.

JI HEVSEROKAN PEYAMA ÎSTIFAYÊ

Partiya Çep ku li nava partiyên siyasî yên li Elmanyayê piştgiriyê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û dixwaze siyaseta krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman a li dijî Kurdan bi dawî bibe, di lîsteyên xwe yên hilbijartinê de cih dabû gelek namzetên Kurd. Te gotin ku kampanya hilbijartinê ya namzetê Serokwezîrtiyê yê CDU Armin Laschet, ku ji bo reşkirina Partiya Çep meşand, bandor kiriye ku Partiya Çep dengan kêm bike.

Piştî ku encamên hilbijartinê êvara Pêncşemê hatin eşkerekirin, di bernameyeke televîzyonê de ya ku lîder tevlî bûn, Hevseroka Partiya Çep Susanne Hennig-Wellsow jî têkçûn bi kampanya hilbijartinê ya hefteyên derbasbûyî ve girê da. Hennig-Wellsow her wiha diyar kir ku eger partiya wan di binê benda hilbijartinê de bimîne ew ê ji wezîfeya xwe ya li nava partiyê îstifa bike.

Seroka berê ya koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht di bernameyeke televîzyonê de rexne li tevahiya rêveberiya partiyê kir. Wagenknecht diyar kir ku partî salên dawî ji nirxên xwe yên damezrandinê dûr ketiye û got, "Diviyabû me berjewendiyên karker, karsaz û teqawitan bipaarasta, lê em ji vê yekê dûr ketin."

HIKUMETA NÛ WÊ JI ALIYÊ SCHOLZ VE BÊ AVAKIRIN

Serketiyên hilbijartinê Partiya Demokratên Sosyal (SPD) û Partiya Keskan e. SPD'ê ji sedî 5.2 dengê xwe zêde kir û bi rêjeya ji sedî 25.7 bû yekemîn. Partiya Keskan jî ji sedî 5.8 dengê xwe zêde kir û ji sedî 14.8 ê dengan wergirt. Partiya Demokratên Azad (FDP) jî ji sedî 11.5, Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ji sedî 10.3 ê dengan wergirt û tevlî Meclîsa Federal bûn. Tê payin ku Olaf Scholz ê SPD'î koalîsyonek ji partiyên SPD-Kesk-FDP ava bike û bibe serokwezîr.