Parlamenterên jin ên ji Latîn Amerîkayê destek dan HDP'ê

Destekeke din a ji bo HDP'ê, ji parlamenta hevpar a welatên Latîn Amerîkayê PARLASUR'ê hat. Parlamenterên jin ên PARLASUR'ê daxuyaniyeke hevpar weşandin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, weke parlamenterên jin ew destekê didin HDP'ê û hat destnîşankirin, ku rakirina destnedanê êrîşek li hemberî demokrasiyê ye.

Di daxuyaniyê de, piştgirî ji hemû wekîlên şoreşger bi taybetî ji wekîlên jin ên HDP'yî re hat dayîn û dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Parlamenterên mora xwe danîne binê daxuyaniya hevpar ev in:

Mónica Xavier (Uru)

Fernanda Gil Lozano (Arg)

Susana Pereyra (Uru)

Lilián Galán (Uru)

Julia Perié (Arg)

Mercedes Santalla (Uru)

Cecilia Bottino (Uru)

Berta Sanseverino(Uru)

Manuela Mutti (Uru)

Daisy Tournée (Uru)

Patricia Ayala (Uru)

Constanza Moreira (Uru)

Gabriela Barreiro (Uru)

Daniela Paysée (Uru)