'Parastina' dewletê, ji bo jinan kuştin e
Ji sedî 73 jinên dewletê biryara 'parastina' wan da, hatin kuştin. Hiqûqnas Aydin bal kişand ser pirsgirêka zîhniyetê.
Ji sedî 73 jinên dewletê biryara 'parastina' wan da, hatin kuştin. Hiqûqnas Aydin bal kişand ser pirsgirêka zîhniyetê.
Ji sedî 73 jinên dewletê biryara 'parastina' wan da, hatin kuştin. Hiqûqnas Aydin bal kişand ser pirsgirêka zîhniyetê.
Li gorî komeleyên jinan, ji sedî 73 jinên dewleta Tirkiyeyê têkildarî wan biryara 'parastinê' daye, hatine kuştin. Di dema desthilatdariya AKP'ê de şîdeta li hemberî jinê di asteke tirsnak de zêde bûye. Tê gotin, ji sedî 47 ê kuştina jinan, ji aliyê hevserê berê yan jî hevserê ku jin dixwaze jê cihê bibe ve tê kirin.
DEWLET BI XWE ŞÎDETA ZAYENDÎ DIKE!
Li gorî statîstîkan di navbera salên 2002-2015'an de 7.427 jin hatine qetilkirin. Rojê herî kêm 5 jin tên kuştin. Di mehên dawî de 271 jê trans, bi giştî 617 jin ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Rapora sala 2015'an a Buroya Hiqûqa li dijî Destavêtin û Destdirêjiya li binê çavan, 420 ji serlêdaran dan xuyakirin, ku kiryar hêzên ewlekariyê yên dewletê ne.
'JIN NAYÊ PARASTIN, MALBAT TÊ PARASTIN!'
Hiqûqnas Sevda Aydin destnîşan kir, ku pirsgirêka bingehîn pirsgirêka zîhniyetê ye.
Aydin li dijî 'navbeynkariya' li hev civandina jina şîdet lê hatiye kirin û mêrê şîdetê dike, derket û got, "Jin nayê parastin, malbat tê parastin."
Aydin işaret bi kêmasiyên polîs, dozger, dadgeran kir û got, "Mirovên serlêdanê dikin, bêyî ku serlêdan ji dozgeriyê re bê ragihandin yekser wan dişînin malê. Bi vî rengî rê li ber mirinan tê vekirin. Stargehên ji bo jinan hatine avakirin jî, piraniya wan neçê ne. Mayîna li van stargehan ji bo demekê ye. Piştî ku jin neçar dimîne ji van stargehan derkevin, ji ber ku ti derfetên avakirina jiyanê jê re nayê dayîn, ji neçarî vedigere mala hevserê xwe û piştre jî tê kuştin."
Aydin işaret bi pirsgirêka zîhniyetê kir û got, "Nêzîkatiya li jinê nebaş e, rê li ber mexdûriyetê vedike. Di dema serlêdan an jî dozekê de dadger, dozger û polîs li kêmasiyên jinan digerin. Helwesteke 'gelo em çawa dikarin derwa jinê derxînin holê' tê nîşandan. Ji xwe zîhniyeta polîs 'vegere cem hevserê xwe' ye."
Hiqûqnas Sevda Aydin destnîşan kir, ku ya girîng guhertina zîhniyetê ye.