PAJK: Zîlan xeta jina azad temsîl dike
PAJK: Hevrê Zîlan di nava têkoşînê de xeta jina azad temsîl dike. Ji bo pirsa 'jina azad kî ye, çawa dijî?' rastiya hevrê Zîlan bersiva herî rast e.
PAJK: Hevrê Zîlan di nava têkoşînê de xeta jina azad temsîl dike. Ji bo pirsa 'jina azad kî ye, çawa dijî?' rastiya hevrê Zîlan bersiva herî rast e.
Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi wesîleya 20. salvegera şehadeta hevrê Şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci, di serî de hevrê Zîlan em hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin."
Koordînasyona PAJK'ê da zanîn, Kinaci bi çalakiya xwe ya fedayî ve, ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de pêk anî, tevlî nava karwanê nemiran ê têkoşîna azadiyê bû û ev nirxandin kir: "Hevrê Şehîd Zîlan ne tenê bi çalakiya xwe ya fedayî, bi jiyana xwe ve di nava têkoşîna me ya şoreşgerî de xwedî sekneke pêşeng bû. Weke şoreşgerekê, gerîlayekê û jinekê bû yek ji nîşaneyên biryardariya jiyanan bi pîvan, berxwedan, vîna bilind, azadî û rastiyê. Bi jiyan, sekn, feraseta têkoşînê û hezkirina ji dil a hevalên xwe ve ev rastî afirand. Ev rastî di heman demê de berhema hezkirin û dilsoziya bi Rêber Apo re bû. Çalakiya wê şewqa kesayetiya wê bû. Rastiya mirov çi be, bi wî rengî dijî û dike. Hevala Zîlan, ji ber ku hişmendiya azadiyê û pîvan û exlaqa jiyana rast di kesayetiya xwe de kir yek, têkoşîneke gelekî bi îdîa nîşan da. Ji xwe re weke erkekê dît, ku di têkoşîna azadî û heqîqetê ya Rêber Apo de bibe milîtanek û di vê oxirê de fedekariya herî mezin bike. Ji kûrahî ve Rêber Apo fêm kir û felsefeya wî da jiyîn. Jiyaneke watedar jiya. Dilsoziya hevrê Şehîd Zîlan a bi Rêber Apo re ewçend mezin bû, ku di vê oxirê de dayîna canê xwe jî bi têr nedidît, ku digot, 'Xwezî ji canê min bi qîmetkir tiştekî min hebûya, ku min feda bikira'. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ancax vegotina hezkirin, rêzdarî, dilsozî, bawerî, hêvî û fedekariyeke kûr be. Rêbazeke bi vî rengî ya kûrbûnê, bêguman wê bibe afirînerê çalakiyeke mezin û kesa vê çalakiyê bike jî wê civakî bibe, wê dîrokî bibe. Lewma hevrê Şehîd Zeynep Kinaci bû milîtaneke pêşeng, efsanewî, Xwedawend, ku navê xwe li dîrokê nivîsî."
'GELÊ KURD LI SER ŞOPA WÊ YE'
Koordînasyona PAJK'ê da zanîn, li hemberî komploya xayin a di Gulana 1996'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û li dijî xeta înkar û tinekirinê ya vê komployê, Kinaci di cih de bersiv da û ragihand, Kinaci fermandara têkoşîna azadiyê û Xwedawenda azadiyê ye. Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî dewam kir: "Wateyeke mezin li kesayetî û çalakiya xwe bar kir û destnîşan kir, ku bersiva herî mezin bilindkirina têkoşînê ye. Gelê Kurd jî bi xurtî xwedî li vê lehenga mezin derket. Di serî de jin, gelê Kurd îro li ser şopa wê dimeşe. Îro li Kurdistanê bi hezaran Zîlan hene, navê gelek keçên Kurd îro Zîlan e. Di asta heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinê de rola hevrê Şehîd Zîlan gelekî mezin e. Hevrê Şehîd Zîlan di nava têkoşîna azadiyê de weke jinekê xeta jina azad temsîl dike. Dema bê pirsîn 'jina azad kî ye, çawa dijî?' hingî divê mirov li rastiya hevrê Zîlan binêrin. Ev yek wê gelek rastiyan nîşanî me bide Hevrê Şehîd Zîlan di heman demê de, li hemberî hêzên talanker û dagirker ên ji demên berê heta niha dixwazin Kurdan biqedînin, jinê Kurd bifetisînin, bû yek ji sembolên berxwedana dîrokî ya jina Kurd. Êşa bi hezaran jinên li Dersîmê di sala 1938'an de hatin qetilkirin di dilê xwe veguherand hêrs û tolhildanê û li Dersîmê hesabê van jinan pirsî ye. Hevrê Şehîd Zîlan bû serdema nû ya Besêyên li Dersîmê, Gulnazên li Agirî, Zarîfeyên li Koçgirî, Rindexanên li Garzanê û bi çalakiya xwe bersiva herî mezin ji bo bîranîna wan da."
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên her serdema têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û diyar kir, li Kurdistanê di her serdemê de şerekî qirêj hatiye meşandin. Di dewama daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê de hat gotin, "Bi pêngavên mezin me bersiv dan hemû êrîşan. Sala 1996'an yek ji serdemên vê rastiyê bû. Sala 2016'an jî parçeyek ji vê rastiyê ye. Ev dem demeke ku weke tevgera azadiyê em pêngavên mezin davêjin û têkoşîna li Kurdistanê di rastiya şerê gel ê şoreşgerî de mezin dikin. Ji ber vê yekê, zîhniyeta AKP-Erdogan-DAIŞ ku navê komplo û wehşetê ye, ewçendî dijminatiyê li Kurdan dike. Ji ber ku serketinên me tê wateya tinebûna wan, tê wateya têkçûna modernîteya kapîtalîst li Kurdistanê. Lewma, di serî de li Bakurê Kurdistanê li Rojava, Başûr û Rojhilat li dijî me şer dikin. Li dû tifaqên gemarî ne. Ji ber vê yekê naxwazin sîstema xwerêveberiya demokratîk ku sîstema herî rast û jiyanî ye bi pêş bikeve, li dij in ku gelên li Rojavayê Kurdistanê xwe di nava eniyeke demokratîk de bi rêxistin bikin û têbikoşin. Lewma komkujiyên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. Lê ev jî rastiyeke; çiqasî înkar bikin û hewl bidin tine bikin, wê li pêşberî israr û biryardariya azadiyê ya vî gelî têk biçin. Ev gel gelek caran hat qetilkirin, lê ji rêya xwe venegeriya, hê bêhtir li dora têkoşînê civiya. Ji nava xwe Zîlan afirand. Îro jî van Zîlanan dafirîne. Sêvê, Pakîze, Mehmet Tûnç, Arîn, Doga, Zinar, Dîrok, Bahoz hê bi hezaran ji van Zîlanan îro li dijî afirînerên vê cîhana tarî derdikevin. Dane dû ronahiyê, ronahiyê diparêzin, dikin ku hîn bêhtir şewqê bide. Ti ji zîhniyetên faşîst, nikarin bi vê rastiyê."
Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefe û îdeolojiya xwe ve rastiyeke têkoşînê afirandiye û wiha dewam kir: "Di serî de em jin kir pêşengên vê têkoşînê. Hevrê Şehîd Zîlan bû yek ji yên herî bi xurt di vê rê de dimeşe. Bi jiyana xwe nîşanî me da bê milîtaniya azadiyê û kesayetiya şoreşgerî çawa ye. Ji me xwest, em vê bidomînin. Ji hêz, vîn, dilsozî û pêşengiya jinan bawer kir, wateya jinbûyînê zanî û di vî warî de rê nîşanî me hevrêyên xwe da. Em jî niha weke hevrê û şervanên wê, di felsefe û bîrdoziya Rêber Apo de bi pêş de diçin. Ji bo em xewn, xeyal, daxwaz, hewldan, biryardarî û sozên Zîlanan, Semayan, Arînan, Dogayan bi cih bînin, em ji her demê bêhtir bi biryar in. Li dijî tecrîd-îzolasyona li hemberî Rêberê me, li hemberî înkar, tinekirin û her şêwe êrîşên li dijî gelê me, jin, ciwan û zarokan, em ê şer û berxwedana herî mezin bimeşînin. Em ê pêkanîn û zîhniyeta faşîst a dijmin bixin bin erdê Kurdistanê. Weke gerîlayên jin em ê hîn bi xurtî hesab ji dijmin bipirsin.
Hevrê Şehîd Zîlan, mîna ku Rêberê me got; fermandara me ye û em jî leşkerên di bin emrê wê de ne. Weke şervanên fermandarên ewçend mezin, em bang li her kesên doza azadiyê dikin, bi taybetî bang li jinan dikin ku ku di vî şerê rûmetê û mirovahiyê de têbikoşin. Li ser vê bingehê em careke din di şexsê hevrê Şehîd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."