PAJK: Wê sala 39. a PKK’ê di pêşengiya jinê de bibe sala serketinê

Koordinnasyona PAJK’ê got, ‘’Em diyar dikin ku wê sala 39. a PKK’ê di pêşengiya jinan de bibe sala serketinê û em bang li hemû aliyên demokratîk, pêkhateyên şoreşger û mirovên bihestyar dikin ku xwe tevlî nav têkoşîna azadiyê ya PKK’ê bikin’’

Koordinnasyona PAJK’ê ji bo salvegera damezirîna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da. PAJK’ê got, ‘’Em sala 39. a damezirîna PKK’ê ku di serî de jina Kurd bingeha hebûna Kurdan li ser azadiyê pêkan kiriye li Rêber Apo, gelê xwe û jinan pîroz dikin. Di pêvajoyeke wiha de ku Rêber Apo li sîstema Îmraliyê di bin êrîşên giran de ye, pîrozkirina damezirîna partiya me PKK’ê, wê sîstema azadiyê ya Kurdistanê ava bike û wê li ser Rêber Apo ava bibe û esareta ku li ser Kurdan tê ferzkirin parçe bike. Em sala 39. a PKK’ê ya Rêbertiya xwe bi hîseke mezin a bêrîkirinê, girêdayîne û bi birdariya tevlêbûna li rasteqîniya Rêbertiyê pîroz dikin.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Redkirina tinebûnê û bûneweriya bi rengê koleyî, ku jiyan hebe wê bi azadin û rûmetê, wekhev û li ser hîmê dadmendiyê, li ser çanda hevpar û parvekirinê, Em bi hezaran şehîdên xwe bi bîr tînin û weke peywireke girêdayîbûna me ya bi wan re em careke din bibiryar in ku di sonda xwe ya Kurdistana Azad de dubar bikin, ku kirin partiya me PKK’ê bînin ronak bikin, pêk bînin û bînin hetanî roja me niha, ku vê rê li ber wê vekir ku tinebûn û jiyana bi koleyî red kir û got jiyan heke hebe wê bi azadin, rûmetê, wekhev û dadmend be û xwe bispêrê kultura hevpar û parvekirinê û jiyaneke mirovan a şayanî mirovan. Me tenê sozek da şehîdên PKK’ê ku her yek ji wan xwedan dastanên jiyanê û berxwedanê ne ku banga jiyana azad bi mirovan gihandin, ew jî soz serkeftinê ye.

Em şehîdên xwerêveberiyê yên Bakur bi minet bi bîr tînin ku sala 39. a PKK’ê bi gotina, ‘’berxwedana me jî, şehîdbûna me jî wê bi debdebe be’ pêşwazî kirin û hînî Cîhanê kirin ku nirxên ku mirov pê şanaz bibe çawa têne afirandin, bi minet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê Kurdistana Demokratîk û Xweser û pêngava jiyana azad a ku sala serfiraziyê ya partiya me ragihandine bi encam bikin. Em hemû hevrêyên xwe yên ku li çiyayên Kurdistanê, li bajaran, li Rojava, Şengal, Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku sîstema gelê Kurd ava bikin, bi pêş bixin li ber xwe didin, bi hezkirin û hurmet bi bîr tînin û salvegerên damezirîna partiyê li wan pîroz dikin.’’

 ‘EM Ê SALA 39. VEGUHERÎNIN SALA GIHIŞTINA BI RÊBER APO RE’

Koordinnasyona PAJK’ê bi berdewamî wiha got:

“Em pîrozbahiyên gelê xwe yê fedkar ku bi diroka xwe ya têkoşînê ya 40 salî bi PKK’ê re bûne yek û li dijî hemû êrîşan, bi xwedayineke mezin karî xwe ragire û weke salvgera damezirîna PKK’ê weke ‘’Vejîn’ê bi nav kiriye, slav dikin û em bang li wan dikin ku meşa azadin û serfiraziyê li her devera ku lê ne xurt bikin. Di sala nû ya serfiraziyê de em wê sondê dixwin ku Şerê Şoreşgerî yê Gel bi giştî pêk bînin, têkoşîna sîstematîzekirina hebûna tûjbûyî ya Kurdan bi pêşengiya PKK’ê û PAJK’ê bi rê ve bibin. Gelê Kurd xwedin li bûyina PKK’ê derketiye, li dijî her cure êrîşên dijmin bi rûmetî li ber xwe daye, zarokên xwe yên ku ji reşika çavê wan in, di nav vê têkoşînê de dane jiyîn, bi ser ketiye ku bibe rasteqîniya gelê ku şer dike. Em roja damezirîna Partiyê, 27’ê Mijdarê ya gelê me li ser vê bingehê pîroz dikin, em careke din biryardariya xwe nîşan didin ku sala 39. a PKK’ê em bikin sala gihiştin bi Rêber Apo re û sala serfiraziyê.’’

Rasteqîniya şaristaniyê ya ku ji hêla aqilê serdest a mêr ve ku mêtingerî û têkiliyên desthilatdariyê hatiye afirandin, her cure kirêtî, neqencî û amûrên şer ên herî pêşketî, saziyên xwe yên bi şerê taybet û polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn ferz dike. Di vê rasteqîniya Cîhanê de ku moderbûna wê tê vegotin, di serî de Kurd para ku li mirovên qedinm ên Rojhilata Navîn re dimîne, ew şer e ku li ser marjên kar tê birêvebirin û sinc û ûcdanê mirovahiyê nikare ragire. Şerê 3. ê Cîhanê ya ku em tê de ne, li gorî berjwendiyên sermiyane navnetewî û sernetewî tê nirxandin, ji bo vê jî çand, gel û formên jiyanê yên bi hezaran salan di êrîşên modernîteya kapîtalîst de ku çerxê qirkirina civakê ne, têne hêrandin. Li dijî vê sîstemê PKK ya ku sedsala 21. li ser bingeha têkoşîna azadiya Kurd veguherandiye bûyina modernîteya demokratîk, di sala xwe ya 39. de weke stêrika serfiraziyê ya rûmeta mirovahiyê dibiriqe. Bi gelê Kurd re, ku ew kiriye gelê pêşeng ê ronakîbûnê, qenciyê, jiyana demokratîk a komunal, PKK’ê, civaka Kurd li ser zemîna vîna gewherî û hêza gewherî kiriye xweyî nasnameyeke azad. Li dijî êrîşên asîmîlasyonê û qirkirinê ya li ser gelê Kurd, PKK’ê heqîqeta ‘Kurditiya azad rasteqîniya bêdawî ye’ derxistiye holê.

 ‘CIVAKA KU JIN AZAD KIRÎ, SERFIRAZIYA CIVAKÊ MÎSOGER KIRIYE’

Şehîdên me yên artêşa Kawayên Hemdem in, li dijî berdevkên neofaşîstan ku digotin, ‘an hûn ê serî bidin an jî em kevir li ser kevir nahêlin’ ferman derxistin, bi vîneke ku bi êqil nayê fêhmkirin karîn bibin reşika çavê civaka xwe, li hemû quncikên Kurdistanê agirê azadiyê bi awayekî ku qet wê nikaribe were tefandin, pê xistine. Jina Kurd ku di vî agirî de xwe pak kiriye û bûnerwer kiriye, di evîna jiyana azad de qijiliye û ji xweliya xwe gel û civakeke nû afirandiye. Jina Kurd, bi PKK’ê re, di pêvajoya derasa a serûbinbûnê, guherîn û veguherîna şoreşgerî de ku ji Kurdistanê dest pêk iriye û li Rojhilata Navîn û Cîhanê berbelav bûye, bi ser ketiye ku bibe kirdeyê pêvajoyê. Jina Kurd ku kiriye PKK bibe tevgereke civakî, ji Şehîd Sara birêxistin bûye, bi artêş bûye û ji jinên Cîhanê re bûye best. Civaka ku jin lê azad bûbe serfirazî mîsoger kiriye.’’

Partiya me PKK ku felsefeya xwe ya azadiyê spartiya jinê û xeta hişmendiya têkiliyê li navenda xwe daniye, ji her cure şêwazên jiyanê ya ku ji hêla jinê ve kolekir e, kirêtkir e, dixîne û di rastiya xwe de bêhna mirinê jê difûre, derfetên qutbûnê ava kiriye. Li nav PKK’ê jin bi sîsika xwe re ya ku lê biyanî bûbû gihaye hev û Xwebûn pêk aniye. Civakîbûyina azad a jinê bi Xwebûyinê re, bi rêxistinbûyina PAJK’ê bûye xwedin vîn. Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê û PAJK’ê ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn bi ragihandina Konfederalîzma Demokratîk ya weke sîstema çareseriyê, ketiye pêvajoyê avakirinê. Şaristaniya dewletparêz a zilamserwer ku bi hezaran sal in li ser kolekirina jinê geş bûye, li her qadê gav bi gav bi pêşketina konfederalîzma demokratîk hatiye qonaxa nemanê. Li welatê me û li Rojhilata Navîn polîtîkayên zayendinparêz, jiyana bi êşkence ya ku li jinê tê ferzkirin, zilm û qirkirina jinê, çanda tecawizê, bi projeya jiyana azad a ku bi pêşengiya PKK’ê û PAJK’ê pêk tê, têşîr bûye û hatiye wê astê ku êdin nema dikare were domdarkirin. PKK weke tevgera ku neyiyê heyî dike, di şertên herî dijwar de xwe bi teşe dike û têdikoşe, ji hêla jinan ve hêviyeke mezin û kana xwe lê pêkanînê ye.

Di dema dawî de zêdebûna êrîşan a sîstemê ya bi ser jinan de, lêgerîna rewakirina polîtîkayên zayendinparêz ên teşîrbûyî bi wê mebestê ne ku jinan radest bigirin û civakê bikin kole. Aktîfbûna jina Kurd a di qada siyasî, civakî û leşkerî de, ji bo jinên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bûye mînak. Sedema bêperwabûna êrîşên AKP’ê ya faşîst ya bi ser wan jinan de ku di xeta jina Kurd a azad de dimeşin, ji ber vê sedemê ye. Azadbûna jinê ji bo AKP’ê şevreşk e. Lê çawa ku ti sûda tirsê ji mirinê re nebe, ji bilî jiyaneke azad ti vebijêrka jinan jî nîn e. Jinên ku bi pêşengiya PKK’ê û PAJK’ê gihaştine hev, biryardar in ku sîstema azad û demokratîk ava bikin.

Gelê Kurd ê ku bi PKK’ê re çandeke wiha ku ji bo nirxê xwe dijî, xebat dike û di rêya wê de jiyana xwe feda dike, ava kiriye, di lêgerîna sîstema demokratîk û nasnaneya azad de ku ev 39 salan dide, hatiye ber qonaxa ku encamê bistîne. Tenê wateyeke geşedanên li Kurdistanê heye; Kurd di jiyana azad, vîna azad û Rêbertiya Azad de bibiryar in.

Dewlet û hêzên mêtinger û keysperest û noker ku hay ji van geşedanan çêbûne, ku ev geşedan li ser hebûna wan gef e , ragihandine ku ew di şerê manûnemanê de ne. Ji bo vê jî AKP’ê ya ku bi hemû rêbazên faşîzmê êrîşê tîne ser Kurdan, di polîtîkaya qirkirina çandin de hemû qozên xwe bi kar tîne. Li ber mirinê ye. Bi milyonan kesên ku dibêjin, ‘’PKK gel e’’ dixwaze bi polîtîkayên qirkirinê radest bigire. Lê nirxê herî girîng ê ku PKK’ê derxistiye holê ew e ku di şertê herî dijwar de têkoşînê bide û encamê bistîne. Gelê me vê baş dizane.

Cografyaya Kurdistanê ku ketiye sala 39. a PKK’ê de, bi pêşengiya PKK’ê û PAJK’ê wê Kurdistana Xweseriya Demokratîk ava bike û li bin sîwana sîstema konfederalîzma demokratîk a gelên herêmê wê jiyanê bi hev re bihone. Ji bilî vê ti vebijêrka jiyanê nîn e. Li ser vê bingehê em salvegera damezirîna PKK’ê pîroz dikin, em bang li hemû jinên dilketiyê azadiyê dikin ku bi awayekî çalak xwe tevlî nav pîrozbahiyên Partiyê bibin. Damezirîna PKK’ê diyariya herî watedar a Rêber Apo û emaneta herî pîroz e şehîdan e ku diyarî gelan û jinan kirine. Van nirxan ji mêj ve serfirazî heq kirine. Em di sala 39. de diyar dikin wê ev sal bi pêşengiya jinê bibe sala serfiraziyê ya bi debdebe û bang li hemû hêlên demokratîk, avaniyên şoreşger û mirovên bihistyar dikin ku xwe tevlî nav têkoşîna azadiyê bikin ku PKK’ê bi rê ve dibe.’’