Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) da xuyakirin, ku PKK'ê di têkoşîna berxwedana 37 salan de serketina herî mezin di mijara azadiya jinê de pêk aniye. PAJK'ê got, "Bi pêngava PKK'ê de jinan yekemcar li Kurdistanê serdestiya mêr û dewletê bi awayekî vekirî red kirin" û têkoşîna azadiya jinê jî weke serketina herî mezin a berxwedana 37 salan pênase kir.
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em salvegera 37. a têkoşîna PKK'ê, di serî de li Rêber Apo, gelê Kurd û jinan, li tevahiya jin û gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk a cîhanê pîroz dikin. Em hemû şehîdên şoreşê yên PKK'ê, ku têkoşîna berxwedana 37 salan îro veguherandine têkoşîna azadî, biratî û demokrasiyê ya gelan û deriyê serdemeke nû ya demokratîk li Mezopotamyayê vekirine, bi minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd ketine, bi serketinê tacîdar bikin."
PKK'Ê SERKETINA XWE YA HERÎ MEZIN DI MIJARA AZADIYA JINÊ DE PÊK ANIYE
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şoreşa ku PKK'ê di têkoşîna azadiya jinê de afirandiye û ev xusûs hatin destnîşankirin:
"PKK'ê serketina herî mezin a têkoşîna berxwedana jinê, di mijara azadiya jinê de nîşan daye. PKK mîlandek e. Heta vê mîlada li Kurdistanê, ji dîroka bi heybet a bi hezaran salan a jinê, tiştek nehatibû hiştin. Jina ku paşeroja xwe bi jin-jiyanê tê pênasekirin, beriya çil salan li Kurdistanê winda bûbû. Xêliya zayendîparêziya civakî ya baviksalariyê kiribû ku ew neyê dîtin, neyê zanîn û neyê bihîstin. Di nava jiyanê de deng û pêjna wê nemabû. Mîna ku nedijiya. Her kesî jiyana wê diyar dikirin, bi tenê wê bi xwe nikarîbû diyar bike. Dibû ya her kesî, lê nikarîbû bibe ya xwe. Mîna li her devera cîhanê li Kurdistanê jî jiyan bûbû yek deng, yek reng, yek hewldan. Baviksalarî serdest bû. Ev yekperestî tarîtiya serdestiya mêr bû.
Bi pêngava PKK'ê de jinan yekemcar li Kurdistanê serdestiya mêr û dewletê bi awayekî vekirî red kirin. Hemû saziyên ji desthilatdariya mêr terikand. Serî hilda. Li ber xwe da. Rahişt çekê û xwe, gel û neteweya xwe parast. Cesaret kir ku di şer û têkoşîna bê eman ê li Kurdistanê de ku li refên herî pêş bimeşe. Bi ser tirsên ji ber tarîtiyê hatin afirandin ve meşiya. Hemû karên digotin, 'Ne karê jinê ye', 'li jinê nayê, eybe, guneh e', 'jin nikare bike' hewl da bike. Her fîşeka ku teqand, di destpêkê de berda tirsên nava xwe. Hîn bû ku bi hêza xwe bijî. Hîn bû ku li ser piyan bimîne, li ber xwe bide û bijî.
JIN HÎN BÛ LI BER XWE BIDE
Dît ku hemû 'tiştên jê nayê-nabin' ên hînî wê kirin, hemû derewên tijî zilm in. Di dilê xwe yê germ de li bersivên 'gelo' geriya, jiya, dî tû dibîne. Hîn bû ku bibe ya xwe û hîn dibe. Ji bûyîna ya hinekan, ji bûyîna 'ya mêr' rizgar bû û bû ya xwe. Ji nava hemû 'gavên destpêkê' tecrûbe û daneheviyek mîna deryayê diafirîne. Ruhê Xwedawendiyê yê Şoreşa Neolîtîk a beriya hezaran salan li vê xakê jiya, ji gotineke nedîtbar, ji rewşa efsanetiyê rizgar dibe û ji nû ve şîn dibe. Ev Modernîteya Jinê ya li binê axê hat veşartin, piştî bi hezaran salan, di şexs û pêşengiya Jina Kurd de îro hêdî hêdî ji nû ve şîn dibe. Bi pêşengiya berxwedana hêzên parastinê, ku bedena Kurdistanê ya hatiye parçekirin di ruhê de dikin yek, li her derê xwe bi rêxistin dike û ber bi serketinê ve dimeşe.
Ev yek serketina herî mezin a PKK'ê ye. Ev bi tena serê xwe şoreşek e. Şoreşeke civakî, felsefîk, îdeolojîk û polîtîk e. PKK hêza xwe ya herî mezin û enerjiya xwe ji vir werdigire. Lewma têkoşîna berxwedana 37 salan a PKK'ê, weke têkoşînek li dora navenda jinê bi pêş ket. Ji ber vê yekê bi karakterekî gelekî demokratîk û azadîparêzî bi pêş ket."
'JIN AZADIYA XWE DI AZADIYA RÊBER APO DE DIBÎNIN'
Koordînasyona PJAK'ê bal kişand ser analîzên sosyolojîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê afirand û destnîşan kir ku jinên Kurdistanê azadiya xwe di nava azadiya Ocalan de dibînin.
Di daxuyaniya PAJK'ê de ev tespît hatin destnîşankirin:
"Di bingeha rexneyên Rêber Apo yên li hemberî argumanên dewletparêzî, nîjadperestî-netewperestî-desthilatdarparêzî, yekdestiya kapîtalîst û afirandina paradîgmayeke alternatîf de, beriya her tiştî dijderketina li rewşa kolebûyîna jinê heye. Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de, ket nava lêgerîna çareseriya pirsgirêka jinê. Mîna serenavên 'teroiya qutbûnê', 'kuştina mêr' û 'projeya hevjiyîna azad', bi gelek pirtûkan re gelek analîzên sosyolojîk ên ji bo çareseriyên dîrokî û bingehîn destnîşan kir. Kodên zayendîparêziyê vekir. Lewma pirsgirêka azadiya jinê weke pirsgirêka bingehîn û sereke ya civakî dît. Ev nêrîn veguherand nêzîkatiya bernameyî û çalakiyî ya PKK'ê.
Li Kurdistanê jin azadiya xwe di nava azadiya Rêber Apo de dibînin. Dibêjin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurd, li hemberî jinê û demokrasiyê, bi mehane tecrîdeke taybet li ser Rêberê me heye. Piştî ku hevdîtinên bi Rêberê me yên li Îmraliyê ji ber berjewendiyên AKP'ê hatin qutkirin, malbata me bi mehane nikare bi malbata re jî hevdîtinê bike. Hevdîtinên bi parêzeran re ku mafekî hiqûqî ye, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve hatiye qutikirin, tê astengkirin. Ji bo ev tecrîda li ser Rêberê me tavilê were şikandin, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê em bang li tevahiya gelê xwe û jinan dikin ku di vî warî de têkoşîn û çalakiyan xurttir bikin."