Di daxuyaniya nivîskî ya PAJK’ê de hate gotin ku “Hevala Ş. Sema Yuce bi jiyan, kesayet, sekn, çalakî, biryardarbûna di têkoşîna azadiya de, kesayetbûna jina azad, bi bedenkirina wê îfade dike” û ev hatin gotin:
“Hevala Ş. Sema Yuce, xwedevandbûna ku bi hezaran salan li Rojhilata Navîn mohra xwe li dîrokê xist û îro jî di hundirê her jinê de dijî ye. Ew jinek xwedavend e, ji ber ku bêyî aciz bibe xwe karîbû ji bo civaka xwe feda bike. Xwedevand, jinên pêşengtiyê ji civakê re dikin, jinên ku civakê diparêzin, didin jiyîn in. Hevala Ş. Sema Yuce jî di vê rêyê de jiyana xwe da, ji bilî vê ti jiyanên din layiq nedîtiye. Li dijî tarîtî, nebaşî, komplogeriya serweriyê, bedena xwe kiriye agirekî û di vî agirî de tevahî nebaşî şewitandiye. Li hember komplogerên ku hewl didan di şexsê Rêber APO de tevahî gelê Kurdistanê bifetisînin, bûye yek ji hevrêyên me yên ku helwesta herî radîkal û tûj daniye holê. Hem bi jiyana xwe hem jî bi çalakiya xwe ve li dijî tevahî paşverûtiyan, hevkarîtiyan, kevneperestan, îxanetê li ber xwe daye. Şexsên wek hevala Sema Yuce, wek pêwîstiya rastiya xwe, jiyane wisa nikarin qebûl bikin û li dijî vê jî her cure tarzê têkoşînê dimeşînin. Bi gotin, praktîk, jiyan û tevgerên xwe ve têkoşîna her kêliya jiyanê ya li dijî tarîtiyê wek têkoşîna heqîqetê digirin. Di atmosfera zindanê ku dilê dijmin e, bi vê çalakiya xwe ve dijmin di mekanê wî de şewitandiye û ew kiriye xwelî. Li mala dijmin li dijmin daye. Ne tenê bi çalakiya xwe, her tim li dijî dijmin têkoşînek bêeman meşandiye, di vê mijarê de bûye mînak. Ev rastiya heta hestiya xwe jiyaye, rê pêş hevalê xwe kirine, ji hevrêyên xwe re bû pêşeng. Bû hevrêyê Rêber Apo, bi wî re 24 saetan jiya. “
‘JINA KURD XWE JI XWELIYÊN XWE JI NÛ VE AFIRAND’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Sema Yuce, , di pêvajoyeke ku di serî de Ocalan, li dijî gerîla, gel, her kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin êrîş herî zêde bibûn, komplogerî bi awayekî herî qirêj di meriyetê de bû, helwestekî mîlîtanî nîşan daye, wiha dewam kir:
“ Pêvajoyeke ku ji bilî înkar û îmhayê ti rêyên din li ser Kurdan nedihat ferzkirin bû. Bi pêvajoya 1988’an ve û ev pêvajoya ku em îro dibînin, ji aliyê rewadîtina înkar û îmhayê heman in. Têkoşîna azadiya Kurdistanê di her merhelêyê de li dijî zextan, êrîşan, bêmerhemetiyan, bi sekna xwe ya ji rastiya têkoşîna mîlîtanî tavîz nade ve rawestiya. Îro jî li dijî gelê Kurdistanê, rêbertiya wê, têkoşîna wê ya azadiyê, polîtîkayên herî qetlîamker tên spartin, mirov li nava kolanê têne qetilkirin, bi pêkanînên herî der mirovahiyê ve hevrû dimînin. Bajarên wan tên şewitandin, kolan tên xirakirin, jin, zarok, kal, her kesên ku girêdayî azadiyê dibin hedefa guleyan. Îro, li Kurdistanê zîhniyeta AKP-Erdogan dixwaze mirovatiyê qetil bike, hewl dide rûmet û îradeya mirovatiyê tine bike.
Tevî van giştî êrîşan jî gelê Kurdistanê di pêşengtiya gerîlayê xwe de li dijî vê qetlîamkeriya têkoşîna xwe ya rûmetê, îradeyê û daxwaza jiyana azad dimeşîne. Em her tim bi vî zîhniyetê qetlîamker û pêkanînên wê re hevrû man. Me li dijî vê rastiyê, têkoşîna xwe bi awayekî herî bêeman, wêrekî û lehengî meşand. Di vê oxirê de bi hezaran hevrêyên me xwe kirin fedaiyên azadiyê. Ev sekn, sekna Sema Yuceyan e, ev biryardarbûna têkoşînê, biryardarbûna Sema Yuceyan e. Îro, têkoşîna xwerêveberiya demokratîk û bi mîlyonan mirovên têkoşerên jiyana azad, rêwiyê vê rêyê ne. Hevrêyên me yên di vê oxirê de şehîd ketin, gelê me yê welatparêz, mînakên herî şênber (somût) ên vê îradeyê ne.
Hevrêya Sema Yuce bû navê jina Kurd a ji xweliyên xwe, xwe afirand. Îro jî bi milyonan jin, di rêya hevrê Sema Yuce de dimeşin û xwe ji xweliyên xwe ava kirin. Heval Sema Yuce di heman demê ji bom e bê xwebûn çi ye nîşan da. Xwebûn, îradebûn e, ji bo mirovahiyê têkoşîn e, xwedî li rûmet, azadiya xwe derketin e, ji bo wê şerkirin e. Xwebûn, şoreşgeriya civaka exlaqî-polîtîk e, li dijî tevahî nebaşiyên serweriyê jiyandina tevahî xweşikbûnên civakîbûnê ye, vê di xwe de kesayetkirin e. Hevrê Sema Yuce ku îfadeya herî şênber a jina azad e, wê ji bo jinên Kurd, ji bo me gerîlayên jin re her tim bibe pêşeng.”
‘SEKNA WAN BIRYARDARIYA ME YA HERÎ MEZIN E’
PAJK’ê diyar kir ku hevrêyên wan Dîrok Amed, Bahoz Colemêrg, Nûcan Malatya, Jîn Jîn bi şopandina rêya Yuce têkoşîn zindî girtine, wiha pê de çû: “Ev hevalan bi jiyan û çalakiyên xwe bûn pêşengên têkoşîna me ya azadiyê. Di dil û mejiyê dijmin de xwe teqandin, zîhniyeta faşîst parçe parçe kirin. Hêza gerîlayê azadiyê nîşanî tevahî cîhanê dan, wek şeqamekê li rûyê dijmin ketin. Di serî de çalakiyên van hevalên gerîla, em tevahî çalakiyên gerîla yên di vê pêvajoyê de silav dikin. Ev sekn, ev biryardarîbûn, çavkaniya me ya hêzê ya herî mezin e. Ev sedem û biryardarbûna me ya têkoşînê ye. Em ê heta dawiyê vê seknê zindî bihêlin.”
‘BI ŞOPANDINÊ EM Ê RUHÊ WÊ ZINDÎ BIGIRIN’
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha bi dawî bû:
“Îro li Kurdistanê di serî de jin, bi milyonan mirov li ser şopa Ş. Sema Yuceyan e, li dijî nîzama koletiya ya dijmin, asîmîlasyon, înkar û îmhayê radiwestin û ruhê şehîdên me zindî digirin. Bersiva herî watedar a ji bo şehîdên me wê ji bilî vê biryardarbûna têkoşînê ne tiştekî din be. Bersivdayina bîranînên wan li her qadê, li her atmosferê, têkoşîn qat bi qat zêdekirin e, di vê rêyê de bi awayekî xurt bi pêş de çûyin e. Em wek gerîlayên jin, em ê pêkanînên faşîst ên derveyî mirovayî yên dimin vala derxin. Soza herî mezin ku em karibin bidin şehîdên xwe; em ê vê zîhniyeta faşîst li vê erdnîgariyê tine bikin. Ji niha û şûn de jî em ê li ser rêya têkoşînê ya ku Hevrêya Ş. Sema Yuce pêşengtiyê dikin meşa xwe bidomînin.
Em careke din Hevrêya Ş. Sema Yuce, bi rasthatina 18. salvegera şehadetê bi bîr tînin, di şexsê hevala Sema Yuce de em careke din soza dilsoziya tevahî şehîdên nû dikin, li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin.”