PAJK: Sê jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin şopdarên Sarayan e

Koordînasyona PAJK'ê di salvegera Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku em tolê hilînin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

Koordînasyona PAJK'ê di salvegera Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku em tolê hilînin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona PAJK'ê de bal hat kişandin ser komkujiya li Silopiyayê û hat gotin, "Li Silopiyayê qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên azadîparêz, nîşaneya hêrsa li bêencammayîna êrîşên dewletê yên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ye. Herî zêde jin bi xurtî û çalak tevlî berxwedanê dibin. Şoreşa Bakur jî weke şoreşa jinê derdikeve pêş. Çeteyên şer ên AKP'ê herî zêde jinan hedef digirin."

'EM SOZA XWE YA DILSOZIYA BI HER SÊ HEVRÊYÊN XWE RE DUBARE DIKIN'

Di daxuyaniya nivîskî ya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn û hat gotin, "Soza me ya dilsoziya bi her sê hevrêyên xwe, wê pêkanîna xeyalên azadiyê be. Bi komkujiya Parîsê re hat xwestin, ku derb li tevgera me PKK a ala azadiyê bilind dike, li gelê me yê kêlî bi kêlî ber bi azadiyê ve diçe û li tevgera jinê ya ku hêza pêşeng a azadiyê ye, bê xistin. Çend roj beriya çaremîn salvegera Komkujiya Parîsê, qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma ûyar li Silopiyayê, encama heman zîhniyeta qetlîamker e. Pêkhatina vê komkujiyê di salvegera Komkujiya Parîsê de nîşan dide ku kiryar û armancên her du komkujiyan yek e. Ji ber ku ev her sê siyasetmedarên jin jî şopdarên Sarayan bûn. Hêzên dewletê û hegemon ên komkujiyê li hemberî jinên berxwedêr ferz dikin divê vê yekê bizanibin, ku çawa piştî şehîdên Parîsê berxwedana azadiyê mezintir bû, piştî şehîdên Silopiyayê jî wê berxwedana li Bakurê Kurdistanê, heta azadiya gelê Kurd mezin bibe û bidome."

HEVRÊ SARA, XETA AZADIYÊ YA JINÊ DI SEKNA XWE DE ŞÊNBER KIRIYE

Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser jiyana têkoşînê ya Sakîne Cansiz û got, "Hevrê Sara ku yek ji damezrînerên tevgera me ya azadiyê PKK ye, karakterê xeta me ya azadiya jinê, ji destpêka avabûna tevgera me û pê ve di sekna xwe de şênber kiriye."

PAJK'ê diyar kir ku Sakine Cansiz sembola xeta berxwedanê ya PKK'ê, nûnera pîvana kesayetiya jina azad a tevgera jinê ye û got, "Weke Partiya Azadiya Jinê PAJK ji bo me şênberiya xeta îdeolojîk e."

Koordînasyona PAJK'ê ragihand, ku hêzên li pişt komkujiya Parîsê xwestine derbê li tevgera azadiyê ya jinê, gelê Kurd û PKK'ê bixin û got, "Şehadeta Sarayan, berxwedan mezintir kiriye. Li her devera cîhanê, lêgerînerên azadî û demokrasiyê, li dijî komkujiyê li hev civiyan. Hemû lêgerînerên azadiyê yên cîhanê, li dora vî emrê bi heybet ê ji bo azadî û berxwedanê hatiye fedakirin kom bûn. Hevrê Rojbîn bi coş û sekna xwe ya jina azad re, bandor li her kesên ew nas dikir kiriye û bûye navendek ji bo xwegihandina azadiyê. Bûye ruh û zimanê azadiyê. Hevrê Ronahî jî bû nîşaneya tevlîbûna herî xurt, dînamîk, cewherî û ji dil a têkoşînê. Bi ruhê me ji wan wergirtî û em ji wan hîn bûyî re, em têkoşînê mezintir dikin."

ZÎHNIYETA QETLÎAMÊ HEWL DIDE DI ŞEXSÊ JINÊ DE VÎNA AZADIYÊ BIŞIKÎNE

Di dewama daxuyaniyê de Koordînasyona PAK'ê sê siyasetmedarên jin ên roja 5'ê Çileyê Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Li Silopiyayê qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên azadîparêz, nîşaneya hêrsa li bêencammayîna êrîşên dewletê yên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ye. Herî zêde jin bi xurtî û çalak tevlî berxwedanê dibin. Şoreşa Bakur jî weke şoreşa jinê derdikeve pêş. Çeteyên şer ên AKP'ê herî zêde jinan hedef digirin. Ji Dayika Taybet a 54 salî heta Bişeng Garan a 12 salî, zîhniyeta qetlîamê hewl dide di şexsê jinê de vîna azadiyê bişikîne." PAJK'ê bibîr xist ku her sê siyasetmedarên jin di salvegera komkujiya Parîsê de hatine înfazkirin û destnîşan kir ku bi vê yekê re hewl hatiye dayîn peyama 'jina li ber xwe bide wê were qetilkirin' bê dayîn. PAJK'ê got, "Bersiva ji eniya jinê bê dayîn ew e, ku heta tola hevrêyên berxwedêr bê hilanîn, wê têkoşîn bê mezinkirin."

BANGA LI JINAN

Koordînasyona PAJK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

"Di salvegera komkujiya Parîsê de divê jin hemû û gelê me, ji bo bîranîna hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî çalakiyan li dar bixin. Heta ku kujer werin aşkerekirin û cezakirin, divê têkoşîn were mezinkirin. Li hemberî zîhniyeta qetlîamker a netewe dewletê, em hemû jinan di bin ala azadiyê de li hev bicivînin. Li bakurê Kurdistanê û her devera gelê me lê dijî, divê komkujiya Silopiyayê ya di salvegera komkujiya Parîsê de hat kirin, bi çalakiyên hesabpirsîna ji zîhniyeta dewleta kujer, were şermezarkirin. Berxwedana xwerêveberiyê ya li Silopiya, Sûr, Cizîr, Kerboran û Nisêbînê dewam dike li tevahiya Kurdistanê bê bilindkirin. Heta ku agirê şoreşê yê li Bakur geş dibe bi azadiya Rêberê me tacîdar bibe, divê berxwedan bê mezinkirin. Pêwîste jin hemû hesab ji kujeran biprsin û bi daxwaza pêkanîna xeyalên şehîdên azadiyê tevlî têkoşînê bibin. Şoreşa Bakur şoreşa azadiya Rêber apo ye. Bi vê bîr û baweriyê divê têkoşîn bê xurtkirin."