PAJK: Têkoşîna li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye

PAJK: Li ser xeta Zîlan ku dijmin şepirze kirî, şerkirin, têkoşîn, rawesta li dijî bêbextiyê, ziman û çalakiya serdemê ye. Li dijî dijmin û bêbextiyê çalakiya me çalakiya Zîlan e.

Koordînasyona PAJK'ê li ser salvegera 23'an a çalakiya Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedayî kir, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Zeynep Kinacî-Zîlan ku manîfestoya Partîbûna me ya jinê ye û xeta me ya fedaî ye, li ser peymana jina azad, welatê azad, Rêbertiya azad bi bîr tînin, hurmeta xwe ya bêdawî diyar dikin.''

PAJK'ê di daxuyaniyê de wiha got:

''Li gel hemû averêkirina dijmin, pergala serwer a mêr, li gel hemû demogojî û êrîşan jî xeta Rêbertî rastiya jinê ya Zîlanî ava kiriye. Hevrê Zîlan, li dijî komplogeriya navnetewî ya 6'ê Gulanê ya li ser Rêbertiya me ya bi hewldana suîkastê û her wiha li dijî operasyonên leşkerî yên îmhayê yên li ser gerîla, bûye xwedî biryar û çalakiya mezin û dîrok nivisiye. Bersiva Rêbertiya me ya li banda hevrê Zîlan ragihandina îdeolojiya rizgariya jinê bû ku weke xeta çêbûnê ya PAJK'ê û rêgezên wê sembolîze kiribû. Hevrê Zîlan ku bûye sembola qutbûna ji çanda  zayendîparêz û pergala mêtinger û vîna jina azad û li Kurdistanê bû navê jiyana azad. Zîlanbûyin,  di mêjiyê mêtingeriyê, pergala zilam serwer de teqîna îdeolojîk, bi xweparastinê bûnewerî, bi xwerêxistinê, îdîa û biryara afirandina pergala civakî ya bi azadîxwaziya jinê ye. Ji ber vê, tenê bi mîna ku çalakiyeke leşkerî ya serkeftî em nikarin li rasteqîniya Zîlan bibînin. Ew rêgez e. Devjêneqerîna ji rêgezê, devjêneqerîna ji xeta şehîdan e. Hewcehiya vê jî pêkanîna şoreşê ye. Dilsoziya bi van şehîdan wê bibe gotin û pratîka me. Di têkoşîna me ya azadiyê de ya bi şertên dijwariya derasayî her çi dibe bila bibe,  şehîdên me yên berz ku ti sînor, astengî nas nekirin û di şertên herî derasayî de jî rê vekirin,di xeta partiyê de pêşengî û zelalî ye. Rasteqîniya şehîdan pratîzebûna yekeretiya îdeolojîk-leşkerî-polîtîk e.

Hevrê Zîlan ku talokeyên demê di wextê xwe de dît û bi çalakiya xwe mudhele kirî, pêşengî ne tenê ji demekê re, ji dîrokê re kiriye. Desthilata AKP'ê ku ling dayî înkar, îmhaya Kurdan, ling dayî komkujiya jinan û nokerî û îxaneta Barzanî ku pir zelal xwe dispêrê ser û bi kar tîne, hatiye rewşeke taloke. Ev rawesta li ser siyaseta komplogeriyê ye. Ji ber hindê, polîtîkaya Barzanîgeriyê ku hemû destkeftiyên azadiyê yên Kurdan pêşkêşî dijmin dike, bi rengekî ku siyaseta dijmin a ''Kurdê qenc Kurdê mirî ye'' piştrast bike, pê li cenazeyan dike û debdebeya desthilata xwe didomîne, mehkûmî tertûbelavbûnê ye. Têkbirina her cur êrîşên dijmin û xeta komploger, îxanetê wê bibe pratîzekirina banga Zîlanî. Li ser xeta Zîlan ku dijmin şepirze kirî, şerkirin, têkoşîn, rawesta li dijî bêbextiyê, ziman û çalakiya serdemê ye. Li dijî dijmin û bêbextiyê çalakiya me çalakiya Zîlan e. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi giyanê yekîtiya netewî bi serhildanan serdemê pêşwazî bikin.''