PAJK: Em xeyalên Rozayan, Leylayan pêk tînin

PAJK: Em xeyalên Rozayan, Leylayan pêk tînin

PAJK’ê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jinên kurd ku sembola berxwedanê ne beşa herî mezin ya ku ruh dide 8’ê Adarê  ye. PAJK’ê wiha got: “Em xeyalên Rozayan, Clarayan û Leylayan li ser axa Kurdistanê bi têkoşîna xwe didin jiyîn.”

Koordînasyona Partiya Jinan a Azad ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8’ê Adarê daxxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de hate diyar kir kul i ser bûyera Chîcago ya 129 jinên karker hatin qetilkirin sedsal derbas bû lê bûyer nehatiye jibîrkirin û got îro tiştê pêk tên versiyona wan salane.

PAJK’ê  wiha got: “Mêrê zalim û derewkar li ser jinê komkujî pêk anî, tecawîz kir û ev bi salane didome.  çanda tecawîzê amûra herî dagirker ya mêre. Faliyeta herî mezin ya qirkirinê, nîşandana vê çandê ye. çanda tecawîzê tê wtaeya ku tu kesê hemberî xwe tune bihesbînî, îradeya wê bşkînî û bikî kole. Ji mirovahiyê derbixî.  Îro jî ev zihniyet li ser jinên û hemû bidestan tê meşandin.  Îro darbeya herî mezin ji kapîtalîzma modern tê.  Herî zêde jin li vir tên xistin. “

JIN KOLETIYÊ WEK PÎVANÊN JIYANÊ DIHESIBÎNE

Di daxuyaniyê hate desetnîşankirin ku rewşa herî xeter jî ev eku jin vê wekê pîvanên qedera xwe dibîne û got: “Jin serî li dijî vê ditewîne. Ligel vê rewşeke din jî eve ku bi sedsalane jinên ku serî hildane û li dijî vê pergalê têkoşiyane hene. Li dijî xwedavendên pergalê, keybanuyên gelan her tim din ava lêgerîna azadiyê de bûn.  Bê guman ev di dîrokê ne hatin nivîsvin. Ji ber ku dîroka îroyîn dîrokek bi destê serdestiya mêr hatiye vegotin. “

PAJK’ê diyar kri ku têkoşîna azadiya 8’ê Adarê kevîrekî kîlometreya girane û wiha got: “Jin dibe berxwedana 8’ê Adarê.  Hemû jinên cîhanê xwedî li vê rojê dertê. Ligelek cihan têkoşîna jinê hatiye jiyîn. Lê ev rastiyeke ku jinên kurd ne tenê sembolin, ruh dan vê rojê.  Em jinên kurd, xeyalên Rozayan, Dayikan, Clarayan û Leylana îro li ser axa Kurdistanê  bi têkoşînê pêk tînin. Ev têkoşîn bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kir. Rêber Apo şîfreyên vê hêj di temenê biçûk de zelal dikir.”

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got Gladyoya ku hilberîna zîhniyeta serdest ya mêre û çanda tecawîzê  pêk tîne ji ber vê jinê hedef digire û got: “Jinên kurd dike hedef.  Komkujiyan pêk tînin. Li Parîsê bûyera herî şênber pêk hat.  Hevala Sara, Rojbîn û Leyla ji ber vê hedef hatin girtin. Ji ber ku pergala serdest ya mêr, rastiya jinan a di PKK’ê de dîtibû.  Îrade û hêza jina kurd  ya ku bi girêdana xwe ya jib o Serokatiyê jî dihatin zanîn, her roj didîtin. Ji ber vê hêzê kujer ji jinên kurd ditirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta azadiya Rêber Apo û Gelê kurd pêk neyê dê têkoşîna me bidome. Di 9’ê çile de her sê hevalên me ji aliyê hêzên komploger ve hatin qetilkirin. Têkoşîna me dê ji bo ev kujer bên dîtin dê zêdetir be. Dê hemû jin ji bo tolhildanê hesab bipirse. Em niha di Pêvajoyeke gelek xesas de derbas dibin.  Em wek mîlîtanên jinÊn azad  diyar dikin ku em dê di vê pêvajoyê de  rola xwe bilîzin.  Di esasê de em 8’ê Adarê li hemû jinan û Serokatiya xwe pîroz dikin.”