PAJK: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê ve xwe bidin wezîfeyên xwe yên têkoşînê

PAJK: Teqez e ku em ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê xwe bidin wezîfeyên xwe û pêwîstiyên girêdana bi bîranînên şehîdên xwe yên mezin bi cih bînin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkîldarî 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya xwe de PAJK’ê got: “Em hevrêyên xwe M. Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr, Alî Çîçek ku li dijî zilma dewleta Tirk a faşîst, 14’ê Tîrmeha 1982’yan li zindana Amedê dest bi berxwedana rojiya mezin a mirinê kirin û rêya serkeftinê ya gelên me ronî kirin, di 34. Salvegera şehadetê de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev hatin gotin:

“Kadroyên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê, wek hevalên yekemîn ê rêya Rêber Apo, bi berxwedana xwe ve qeder û dîroka heyî guhertin, ji bo gelên me pêvajoyek nûpînû ya têkoşînê vekirin. Ruh û îradeya berxwedana 14’ê Tîrmehê ji  jin, ciwanên Kurd û tevahî gelê me re bûye seknek jiyanê. Berxwedana Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbînê serkeftina xeta 14’ê Tîrmehê ye. Zilm her çiqasî hov û barbar be jî careke din di şexsê hevalên me yên qehreman de îspat kiriye ku , îradeya me ya cewherî û têgihiştina me ku tarîtiyê li ronahiyê vedigerîne bênavber berdevamkirina têkoşînê ye.

Îro di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de sepanînên faşîzm, qirkirinê qat bi qat li gor berê zêdetir bûne. Her kesên ku serî li ber dîktatortiya AKP’ê danîne bi zext, dijwarî û gefan re hevrû dibin, qetlîam û mirin kirine wek parçeyekî ji kiryarên rojane û Tirkiye kirine zîndanek. Desthilatdariya AKP’ê dixwaze civakê bixe qafesekê û teslîm wergire. Rastî û xeta 14’ê Tîrmehê, li zindanên Amedê li hember faşîzmê serî rakirine û serkeftina îradeya serkeftî ye. Di serî de dîktatortiya Erdogan, em di wê demê de ne ku li dijî tevahî serwer û zalimên li Rojhilata Navîn xwe bi ruhê 14’ê Tîrmehê bipêçin û di serî de Kurdistan û Tirkiye, em li tevahî Rojhilata Navîn vê serîrakirinê bi awayekî rêxistinî mezin bikin, siberoja demokratîk û azad ava bikin. Ti dem nîne ku ji bo jin, ciwan, gelan û tevahî bindestan şert û zirûfên şoreşê ewqas kamil bûye. Li dijî faşîzm, mêtingerî, hêzên sîstema kapîtalîst, di serî de jin û ciwan em bang li her kesî dikin ku li her derê, gund û bajaran, em eniya berxwedana hevpar berfireh bikin û ji bo têkoşîna parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, em bikevin nav seferberiyê.  Têkoşîna me ya azadiya jinê ku bi nasnameya jina azad ya pêşketina xwe li ser esasê xweparastinê bi dest xistiye, mizgîniya civaka ku bi nirxên demokratîk, komunal barkirî ye.  Teqez e ku em ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê xwe bidin wezîfeyên xwe û pêwîstiyên girêdana bi bîranînên şehîdên xwe yên mezin bi cih bînin.”