PAJK: Bi hevgirtina jinê re em rê nedin faşîzmê
Kordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku bi biryardariya avakirina Kurdistana xweser re, sala têkoşînê ya 2016'an bi berxwedaneke topyekûn re tê pêşwazîkirin.
Kordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku bi biryardariya avakirina Kurdistana xweser re, sala têkoşînê ya 2016'an bi berxwedaneke topyekûn re tê pêşwazîkirin.
PAJK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir û diyar kir, têkoşîna bi pêşengiya jinê wê bi ser bikeve.
Kordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di şexsê Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Gulnaz Karataş, Meysa Bakî, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan ên bi pêşengiya ji afirandina jiyana azad a ji bo jinan, gelan û mirovahiyê re dîroka azadiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn nivîsandin, di şexsê şopdarên wan hevrê Sêvê, Fatma û Pakîze de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Dilsoziya me ya bi bîranîna wan re, wê şoreşa me bi ser bixîne."
ŞOREŞA JINÊ YA BI HEYBET JIYANÎ DIBE
Daxuyaniya PAJK'ê wiha dewam kir:
"Em Rêberê xwe, ku şoreşa jinê kir sedema hebûna têkoşîna azadiyê, derba herî mezin li sîstema pavşerû û serdestiya mêr a zayendîperest xist, serdema azadiya jinê da destpêkirin û li hemberî paradîgmaya mêr paradîgmaya jinê afirand, bi wesîleya 8'ê Adarê silav dikin û dilsoziya xwe ya pê re nîşan didin.
Têkoşîna Azadiyê ya Jinê, li hemberî sîstema bi serdestiya mêr a pênc hezar salan û li hemberî qonaxa wê ya dawî modernîteya kapîtalîst, serhildana herî radîkal e. Serhildana azadiyê gihaştiye qonaxeke ku pêşeroja welatê me Kurdistanê û Rojhilata Navîn diyar bike. Beriya her tiştî, paradîgmaya modernîteya kapîtalîst a ku bi zayendîperestî, neteweperestî, olperestî û zanistîperestiyê re civak xistiye bin kontrola xwe û ji bo vê hêza zordar a desthilatdariyê bi kar tîne, têk çûye. Li hemberî vê, paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadîparêziya jinê derketiye holê. Bi şoreşa jinê ya bi heybet û têkoşîna demokrasiyê ya gelan re paradîgmaya nû ya Rêberê me jîndar dibe. Lewma bersiveke îdeolojîk ji şoreşa zîhniyetê re daye, ku ev yek pêwîstiyeke mezin bû. Hemû kodên koledariya civakî ya xwe dispêre koledariya jinê hatin kişfkirin û pêvajoyeke serhildana civakî di meriyetê de ye. Maskeya li rûyê netewe dewletên statukoparêz, hêzên modernîteya kapîtalîst a navneteweyî û rejîmên mîlîtarî, faşîst, qirkirin û zordar ketiye xwarê, rewşa xitimandî û neçareserî di asta krîza global a sêyemîn a cîhanê de tên jiyîn."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çareseriya pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwe weke şoreşa jinê û demokratîkbûyînê ferz dike û hat gotin, "Pêşketinên li qada herêmî, xwedî karakterê pêkanîna guherîn û veguherînê ne. Jinên ku di nava şerê sêyemîn ê cîhanê de hêza bingehîn a azadiyê ne, bi têkoşîna xwe ya civakî ya bi ciwanan û gelan re dikarin rê li ber sîstemeke nû ya cîhanê vekin."
'WEKE MILÎTANÊN PAJK'Ê HAYA ME JI ROLA ME HEYE'
PAJK'ê da xuyakirin, ku weke milîtanên PAJK'ê haya wan ji rola wan a şoreşgerî heye û destnîşan kir, ku ew ê vê rol û pêşengiya xwe li her deverê bi rêxistin bikin, bixin nava tevgerê û ber bi serketinê ve dimeşin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên dewlet Tirk a faşîst, dewletên Îran û Ereb ên paşverû û êrîşên hêzên hegemonîk ên glogal di kîjan astê de dibin bila bin, jin gihaştine wê qudretê ku serdema nû ya azadiyê biafirînin."
Kordînasyona PAJK'ê got, "Ti ji êrîşên wehşî, zilm û qirkirinê wê nikaribin têkoşîna me ya azadiyê û hevgirtina têkoşînê ya hemû jinên ji gelên din qels bikin" û wiha dewam kir: "Jinan xwe gihandine vê hişmendî, vîn û hêzê. Li her qadê asta rêxistinbûyîn û çalakiyê ji hev cuda jî bin, jin bûne xwedî pêşengiya partiyê, yekîneyên parastinê yên çekdarî, rêxistinbûyîna federal û di şexsê şehîdên me de bûne xwedî jinên mezin.
BANGA JI BO TÊKOŞÎNÊ
Li hemberî êrîşên topyekûn, bi biryardariya jiyandina jiyanê, bi pêkanîna azadiya Rêbertiya me re azadiya jinê garantî bike û Kurdistana xweser ava bike re, em sala têkoşînê ya 2016'an bi berxwedana topyekûn pêşwazî dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku cihê xwe di nava refên parastinê de bigirin, bi serhildanên bênavber re têkoşînê mezin bikin, bi her awayî xwedî li pêvajoya berxwedana şoreşa azadiyê ya li Bakur û Rojava derkevin, di asta herî bilind de hevgirtina jinê li qada neteweyî, herêmî û navneteweyî pêk bînin, neteweya demokratîk ava bikin û rê nedin faşîzmê."
Di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Adarê li hêzên YJA Star, YPJ, YBŞ-Şengal, YPS Jin hat pîrozkirin.