Têkildarî jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê otela lê kar dikir ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbaravanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt û jiyana xwe ji dest da, Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowa-Viyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedana Mahabadê silav kir.
Organîzasyona Viyan diyar kir ku şîdet û tecawiz tê meşrûkirin û wiha hat gotin:
LI HER DERÊ DESTHILATDARÎ Û DEWLET HEYE, KOLETÎ Û TEACAWIZ HEYE
“Rêbaza herî bi bandor ya bê îradekirin û bê çalakîbûnê, tecawîz e. Tecawîz rejîma desthilatdariyê ye. Ev xwe dispêre dîlgirtina gelan, civakan û jinan, her wiha dagirkirina xaka wan. Ev di heman demê de rêbazeke hînkirina koledariyê ye. Kesekî ku tecawîz li zîhn, xak û bedena wan hatiye kirin, xwe wek çavkaniya şermê dibîne, qirêj hîs dike û difikire ku rûmeta wan jê hatiye girtin û bi qasî ku serî hilnede, tê çewisandin. Jixwe armanca sereke ya vê desthilatdariyê ev e. Lewra koletî, bi serîtewandin, tiştên ku dijî wek qederê dibîne, destpê dike. Kesê wjsa be, ji xwe şerm dike, kesê ji xwe şerm bike jî serî hil nade, nekare serî hil bide. Tîpa mirov a ku desthilatdarî dixwaze wisa destpê dike. Kesê hatibe tecawzikirin, mirovên ku heta dawiyê hewl tê dayîn ku bêdeng bimîne. Ev şertê pêşî yê koletiyê ye. Koletî nayê wateya ku mirov di dema koletiyê de bijîn. Ji ber ku li her derê ku dewlet û desthilatdarî hebe, koletî û tecawiz heye.
Rejîma Îranê li hember gelê Kurd û bi taybet jina Kurd ku yek ji dewletên bi awayekî pir alî tecawiz û şîdeta hovane û sîstematîk pêş dixe ji aliyê cîhanê ve tê zanîn. Jina li hember êrîşa zilam parastina cewherî pêş dixe, gotina wê ya bêje heye timî dibin hedefa rejîma Îranê.”
Di daxuyaniyê de berxwedana Xosrawanî bi van gotinan hat silavkirin:
‘PÊWÎST E BI HER CUREYÎ TÊKOŞÎN BÊ PÊŞXISTIN’
Organîzasyona Viyan da xuyakirin ku keça Kurd Ferînaz a ji qata 4’an xwe avêt û jiyana xwe ji dest da, di rastiyê de li hember bêîradebûn û bêrûmetiyê îsyaneke jî û wiha hat gotin, “Ferînaz dengê gelê mey ê Rojhilatê Kurdistan ê tê xwestin bê qutkirin e. Ferînaz Xosrawanî ne tenê keça Mahabadê ye. Ew keça Amed, hewlêr ûKobanê ye. Li Mahabada ku diyarê Qazî Muhammed e û her roj di kindirê xasûk ê rejîma Îranê de derbas dibe, Em Mahabadiyên li hember rejîma Îranê serî rakirin û hesab ji mêtinkariyê dipirsin silav dikin.”
Organîzasyona Viyan di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em wek jinên Kurd ên li Rûsya dijîn, êrîşa li hemberFerînaz Xosrawanî şermezar û lanet dikin. Ji malabatê re sersaxiyê dixwazin. Ji bo tecawizkar bên cezakirin û bibe îbret pêwîst e her cure têkoşîn bikeve dewrê.”