OGDK damezirandina xwe îlan kir

OGDK’ê qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd nelet kir, banga xwedîderketina xwerêveberiyên demokratîk û bi şîara “Rêbertiya azad, jina azad, welatê azad” ve mezinkirina rêxistinbûyinê kir.

OGDK’ê qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd nelet kir, banga xwedîderketina xwerêveberiyên demokratîk û bi şîara “Rêbertiya azad, jina azad, welatê azad” ve mezinkirina rêxistinbûyinê kir.

Meclîsa Jinên Ciwan ên Azad Demokratîk (OGDK) di daxuyaniya ji bo îlankirina damezirandinê de qetilkirina 2 siyasetmedarên jinên Kurd nelet kir. Aynûr Kiliç di daxuyaniya li Cadeya Yuksel a Enqereyê de axivî, têkîldarî şerê li Kurdistanê wiha got: “Di vê pêvajoyê de wê hewldanên me xwedîderketina xwerêveberiyên demokratîk, mezinkirina rêxistinbûyina jinên ciwan û di civakê de aktîfkirin be.”

Kiliç wiha ragihand: “Em wek jinên ciwan ên nasnameya ciwan û jinan di nav xwe de dihewîne, em biryar in ku di bin banê Jinên Ciwan ên Azad Demokratîk de rêxistinbûyina xwe mezin û xurt bikin.” 

Kiliç banga xwedîderketina xwerêveberiya demokratîk kir, wiha got: “Bi şîara ‘Rêbertiya azad, jina azad, welatê azad’ ve di bin banê OGDK’ê de em jiyana demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê ava bikin.”