ODGK Meclîsa Mêrdînê ava bû
Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) Meclîsa Mêrdînê, bi civîneke çapemeniyê damezrandina xwe ragihand.
Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) Meclîsa Mêrdînê, bi civîneke çapemeniyê damezrandina xwe ragihand.
Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) Meclîsa Mêrdînê, li avahiya navçeya navendî ya Artûklûyê bi civîneke çapemeniyê damezrandina xwe ragihand. Di civîna ku gelek jinên ciwan lê amade bûn de, Berdevka Meclîsa ODGK a Mêrdînê Gûrbet Akin daxuyanî da. Akin diyar kir ku li erdnîgariya ew lê dijîn her roj, her kêlî jinên ciwan tên qetilkirin û destnîşan kir, ku bi avakirina jiyana xweser a demokratîk re ew êdî dixwazin bi awayekî azad bijîn.
Akin da xuyakirin ku weke Meclîs ew dixwazin di vê demê de di nava jiyana azad û demokratîk de cih bigirin, bi xwedîderketina li xwerêveberiyên demokratîk re rêxistinbûyîna jinên ciwan mezin bikin, jinên ciwan zane bikin, di nava civakê de bêhtir aktîf bikin, li ser hişmendiya zayendî jinên ciwan perwerde bikin, bi awayekî çalak tevlî xebatên xweparastin, aborî, ekolojîk, civakî û siyasî bikin."
Akin destnîşan kir ku ew ê li hemberî her şêwe êrîşên li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinê tên kirin, rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û bi biryardarî têbikoşin.