3. Kongreya RJAK’ê ya şîara ‘Em bi jina azad re, civaka azad ava bikin’ destpê kir. Ocalan peyamek şand Kongreyê û da zanîn ku beyî têkoşîna jinan, li ti deverî jiyanek azad û demokratîk wê tinebe.
ANF
SILÊMANIYÊ
în, 29 gulanê 2015, 14:38
3. Kongreya RJAK’ê ya şîara ‘Em bi jina azad re civaka azad ava bikin’ destpê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şand kongreyê û da zanîn ku beyî têkoşîna jinan, li ti deverî jiyanek azad û demokratîk wê tinebe û got: “Min bi taybet roleke mezin da têkoşîn azadiya jinan a li Başûrê Kurdistanê.” Ocalan da zanîn ku dijminê herî mezin ê DAIŞ’ê, jin in û wiha berdewam kir: “Divê jin bigihêjin hêzeke ku dikarin li her derê xwe biparêzin.” Ocalan bang li jinan kir û got: “Divê hûn destûrê nedin zewacên derveyî îradeya we. Destûr nedin ji derveyî îradeya we kes li ser jiyana we bibe serwer.”
Kongreya RJAK’ê (Rexirawê Jinen Azadîxwazê Kurdistan) bi şîara ‘Em bi jinên azad re civaka azad ava bikin’, bi nêzî 200 delege û 50 mêvanî pêk hat.
YÊN HATIBÛN VEXWENDÎKIRIN
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, nûnera KJK’ê Jiyan Lawa, nûnera Buroya DBP’ê ya Hewlêrê Şukran Dîkmen, Nûnera Yekîtiya Star a Silêmaniyê, Tevgera Goran û nûnerên Jinan a YNK'ê, nûnerên komên jinan a Jiyan û Arjîn, akademîsyenên jin, nivîskar beşdar bûn. Nûnerên jinan ên Ereb, Êzidî û Kakî jî beşdar bûn.
Dîwana kongreyê hat hilbijartin û ji bo dîwanê Berivan Muhammed, Ciwana Kurdistanî, Şehîn Muhammed, Jino Muhammed Reşîd, Tara Qadir hatin hilbijartin.
EM Ê BI AWAYEKÎ AKTÎF BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN
Endama RJAK’ê Şehîn Muhammed axaftina vekirinê kir û got bi kongreyê re hedef dikin ku têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û wiha got: “Têkoşîna me ya azadiya jinê li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Em jî ji Başûrê Kurdistanê bi awayekî aktîf beşdarî vê têkoşîna gerdûnî dibin, zêdetir xwe rêxistin dikin û beşdar dibin. Rastiya êrîşa ku jinên Kurd pê re rûhev hatiye, çi dibe bila bibe, wê me têk nebe û wek me di meşa xwe ya Şengalê de jî nîşan da, em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
OCALAN: WÊ BIBE SEDSALA ŞOREŞA JINÊ
Di kongreyê de nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû kongreya RJAK’ê, ji aliyê Alîkara Hevseroka Tevgera Azad, Tara Huseyîn ve hat xwendin.
Ocalan di peyama xwe ya bi ser navê ‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala şoreşa jinê’ de da zanîn ku ew 3. Kongreya RJAK’ê bi hezkirineke mezin silav dike û wiha got: “Hûn di vê dema girîng a dîrokî de kongreya xwe pêk tînin. Gelên Rojhilata Navîn û jin di pêvajoyeke girîng û hesas de derbas dibin. Li her derê herêma me, şer û komkujî hene. Yekane tişta ku li dijî desthilatdariya berpirsê van şer û komkujiyan, tiştekî nake, aqilê mêr e. Ji ber vî şerî jinan zilmek mezin dît. Weke ku li Şengalê hat jiyîn, jin hatin girtin, firotin û rastî îşkenceyan hatin. Ji ber vê yekê ye ku divê herî zêde jin li dijî aqilê mêr ê şer hildiberîne, têbikoşe. Beyî têkoşîna jinan, li ti deverî wê jiyanek azad û demokratîk tinebe.”
‘TÊKOŞÎNA JINAN A LI BAŞÛR WÊ ÇAVKANIYA DERKETINÊ BE’
Ocalan da zanîn ku roleke mezin daye têkoşîna azadiyê ya jinên li Başûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da gotinên xwe:
“Bi taybet min her tim rolek mezin da têkoşîn azadiyê ya jinên li Başûrê Kurdistanê. Ji bo vê, min hîna di salên 90’î de got ‘Şoreşa Başûr, şoreşa jinê ye’. Têkoşîna jinan a li Başûr, ne tenê çareserkirina pirsgirêka jinên ku li dijî vê pergalê serî hil didin û bedena xwe didin ber agir, çavkaniya derketina çareserkirina pisgirêkên demokratîkbûna tevahî civakê ye.
DIVÊ JIN XWE BIGIHÎNIN HÊZA KU DIKARIN XWE BIPARÊZIN
Îro welatê me û herêma me di bin zilma DAIŞ’ê de ye. Dijminê herî mezin ê DAIŞ’ê, hûn jinên ku li azadiyê digerin. Ji ber vê jî li her derê destpêkê êrîşî jinan dikin, tine dikin û dike kole. Jin hestiyê piştê yê civakê ye. Civaka ku jinên wê hatibin desteserkirin, wisa hêsan nayên ser xwe. Civaka ku jinên wan ji bo azadiyê li ber xwe didin jî ti car tavîzê nadin. Yên di têkoşîna li dijî zilma DAIŞ’ê, pêşengiyê bikin, divê jin bin. Li Şengal û Kobanê di xeta berxwedanê de yên qezenc kirine jin in. Jin divê li her derê xwe xwe bigihîne hêza ku dikare xwe biparêzin.”
AZADIYA JINÊ JI AX Û AVÊ GIRÎNGTIR E
Ocalan di berdewamiya peyama xwe de got rêxistinbûna jinê yek ji hêviyên herî mezin in û wiha got:
"Ez li ser egera ku jin bi bernameya xwe, rêxistin û terzê xwe yê jiyanê xwe ji nû ve ava bikin û li ser vî esasî bi rêgez bimeşin pir bawer im. Rêxistinbûna jinan yek ji hêviyên min a herî mezin e. di rastiya dîrok û civaka vê erdnîgariyê de jina ku di destpêkê de bi qasî xwedavendekê peşketî bû, di roja me de bi ku temamî hatiye jibîr kirin û ketiye rewşeke di gorê de bê veşartin xerabtir, ji bo min timî bû pirsgirekeke sereke. Lewma ez ketim nav têkoşîneke azadiyê ya mezin. Ji bo min azadiya jinê ji ax û avê hê girîngtir e. Ji bo jiyaneke azad ji jinan re ava bikim min hewl da û hewl didim.
Ez teza xwe ya jiyana bê jin nabe û bi jina heyî re jî mirov nikare bijî biparêzim. Jin dikare xwe ji koletiya 500 hezar salan rizgar bike. Jin di mijara ku derfetên jiyana azad derxin holê û pêş bixin de xwedî hêzeke bê dawî ne. Hemû jiyanê di aliyê civakî û estetîk de hûn ê diyar bikin. Jiyana aborî, civakî û estetîk hûn ê ava bikin. Û bi vî awayî hûn ê me zilamên hov rast bikin. Yekîtiya Jinên Bilind girîng e. Di çanda Rojhilata Navîn de ev heye. Sebr, ked û balkişandina we heye. Di xebatên xwe de lêgerîna jina azad bikin a sereke. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser esasê jinê girîng e. Hûn li Rojhilata Navîn ji jinan re pêşengiyê dikin; tenê bi vî awayî hûn dikarin bibin rêber. Hurmeta ji jinên ji azadiyê bawer dikin, li ber xwe dane û êş kişandine ev e.
'DESTÛR NEDIN KES LI SER JIYANA WE BIBE SERWER'
Divê hûn destûr nedin zewacên derveyî îradeya we. Destûr nedin ji derveyî îradeya we kes li ser jiyana we bibe serwer. Pêwîst e hûn destûr nedin kes we wek mal bifiroşe. Nekevin jiyana şaş a kapîtalîzm wek azadiyê nîşan dide jî. Cihê we ne tenê mala we ye. Pêwîst e hûn li her cihî bin. Xwedî gotin bin, li her cihî jin biaxivin. Pêwîst e mirov bibe azadîxwazê jinê. Şêwazdayîna jinê ez wek bêexlaqî dibînim. Jina azad wek rojê derdikeve. Jin hebûneke bi nirx e. Peyvên Jin, Jiyan ji ber vê pir bi wate û bi qîmet in.
'JI BO JINAN GOTINA ME NEQEDIYA'
Êşên jinan kişandine jiyana herî bedew didin heqkirin. Hewldanên min ên aştî û demokrasiyê bersiva ji hesretên wan re ye. Aştî û demokrasî serdema ku wê jin herî zêde pêş bikeve. Tevlîbûna di asta mîlîtanî de ya jinan a ji tevgera aştî û demokrasiyê re girîng e. Eleqeyê nîşanî tevgera aştî û demokrasiyê bikin, pêşengiyê bikin. Aştî û demokrasî karê jinan e. Eger hûn pêşengiyê ji aştî û demokrasiyê e bikin, hûn ê kesayeteke mîlîtan ava bikin. Jin temînata mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Pêşveçûnên ne li ser esasî jinê bi ser nakevin. Lewma serketina me serketina hemû civakê ye. Azadiya we azadiya hemû civakê ye. Bi baweriya wê kongreya we li ser vî esasî xwedî li wezîfeyên xwe derkeve ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim û dibêjim ku; 'Gelekî ku jinên wê ne azad bin nikare azad be.' Ji bo jinan gotina me neqediyaye."