Nuqteya Nûçeyan a JINHA'yê dest pê dike

Yek ji saziyên çapemeniyê yên bi biryarnameyên AKP'ê hate girtin, Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ye. Rêxistinên jinan ji bo piştgiriyê bidin JINHA'yê, Nuqteya Nûçeyan a JINHA'yê didin destpêkirin.

Bi armanca destekkirina Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29'ê Cotmehê de bi biryarnameya AKP'ê hate girtin, jin li Stenbolê dest bi kampanyayê dikin.

Rêxistinên jinan bi sernavê "JINHA wê bêdeng nemîne' daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Yekemîn ajansa nûçeyan a jinê ya cîhanê JINHA bi biryarnameyê hate girtin. Lê wê ti carî bêdeng nemîne. Em jin, em ê li Nuqteya Nûçeyan a JINHA'yê bi JINHA re, bêyî ku bêjin 'gelo wê mêr çi bêjin û çi bikin', em ê her binivîsînin û nûçegihaniya li dora jinê, bidomînin. Em hemû nûçegihanên JINHA ne, cihê me JINHA ye, saziyên me JINHA ne. Dengê jinan #JINHAsusmayacak wê bêdeng nemîne."

Dem û cihê Nuqteya Nûçeyan a JIHNA'yê bi vî rengî ye:

3'ê Mijdarê: Yeryuzu Kafe
4'ê Mijdarê. Meclîsa Jinê ya Sosyalîst
5'ê Mijdarê. Îstanbûl LGBTÎ
6'ê Mijdarê: Jinên ji Partiya Şoreşger
7'ê Mijdarê: Fîlmmor
8'ê Mijdarê: Şaxê 3. ê Egîtîm-Senê
9'ê Mijdarê: Jinên HDP'yî
10'ê Mijdarê: NÇM
11'ê Mijdarê: Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz