Ciwanên Kurd ên ku li paytexta Danîmarka Kopenhagê li hev civiyan, bi boneya 10’emîn salvgera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê çalakî li dar xistin.
Çalakî li pêşiya Parlamentoya Danîmarkayê hat lidarxistin û wiha hate gotin: “Tê bîra her kesî ku Erdogan ê faşîst bi her curê alîkariya lojîstîk da çeteyên DAÎŞ’ê û axaftina ‘Kobanê li ber ketinê ye’ kir. Lê YPG û YPJ’ê bi qehremanî li ber xwe da û çete têk çûn. Ciwanên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê herikîn Kobanê. Piştî berxwedana 134 rojan YPG û YPJ’ê li Kobanê DAÎŞ’ê têk bir.
Îro bi taybet Kobanê, Bendava Tişrînê û tevahiya Rojava rûbirûyê êrîşên her curê yên faşîst Erdogan e. Armanca faşîst Erdogan tunekirina destkeftiyên Kurdan in û îmhakirina her kesên xwedî van destkeftiyan derdikevin in. Xwedîlêderketina li van destkeftiyan erkekî wijdanî û mirovî ye.
Em bang di serî de li Kurdan hemû pêkhateyên li Kurdistanê, hêzên koalîsyonê û raya giştî ya navneteweyî dikin; Di şexsê Kobanê de ne tenê Kurd hemû pêkhate û mirovahî tê qetilkirin. Bêdeng nemînin! Bêdengî rasterast şirîkatiya komkujiyên Erdogan û çeteyên wî yên SMO ye.”
Piştî axaftinan li ber stranan govend hat gerandin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Serkeftin di dawî de ya me ye”, “Bijî QSD, YPG Û YPJ’ê” bi dawî bû.