Şehîdên Tişrînê li Gavle'yê hatin bîranîn

Di çalakiya bîranîna şehîdên Tişrînê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û anî ziman ku Kurdîtiya li ser lingê xwe disekine û li ber xwe dide ji bo Rojhilata Navîn bûye mînak û hêvî.

Li bajarê Gavle yê Swêdê şehîdên Bendava Tişrînê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Gel a Gavleborgê ve hate lidarxistin û bi axaftina silavkirinê ya Hevseroka Meclîsê Jîn Haco destpê kir. Piştre jî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Jîn Haco bang li Kurdên li dîasporayê kir ku li pêşberî pêvajoyê wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Piştre jî xizmên şehîdan axivîn. Qisekeran diyar kirin ku şehîd şehîdên tevahiya gelê Kurd in û soz dan ku wê li ser şopa bîranîna şehîdan bimeşin.

Vecdîn Batte bi navê malbatên şehîdan axivî û diyar kir ku şehîdan bi canê xwe Kurdistaneke azad afirandine û rastiya gel ê berxwedêr ê niha li Rojava, li Tişrînê heye, ji aliyê şehîdan ve ahtiye afirandin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî di axaftina xwe de got, "Di şexsê Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Haco Heyder û hunermendê me Bavê Teyar de em şehîdên xwe hemûyan bi hurmet bi bîr tînin." Kartal qala pêvajoyê kir û ragihand ku Kurdîtiya li ser lingên xwe disekine û li ber xwe dide ji tevahiya Rojhilata Navîn de bûye mînak û hêvî. Kartal li ser pêvajoya li Tirkiyeyê got, "Dewleta Tirk ne dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike ne jî dest ji dijminatiya li Kurdan berdaye. Di encama têkoşîna gelê Kurd û bûyerên li qada navneteweyî de serî li Serok Apo dan. Ji bo Kurdan têkoşîn neqediya ye, tenê reng guhertiye."

Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de bersiv da pirsên li ser hevdîtina bi Rêber Apo û rewşa li Rojava, Sûriyeya nû.