BI DÎMEN

Li Amsterdamê meşa ‘Rojava biparêze’ hate lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê ve li hev civiyan, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û xwestin statuya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin.

Kurdistanî û dostên wan li Leidsplein ya li navenda Amsterdam a paytexta Hollandayê li hev civiyan û bi armanca protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş lidarxistin.

Girse bi sirûdên li ser berxwedana û şoreşa Rojava û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” heta qada Damê meşiyan û di tevahiya meşê de danezana bi zimanê Îngilîzî xwendin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO’yê hatin eşkerekirin û hat xwestin ku demildest statuya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin.

Meşa ku enternasyonalîsy jî lê amade bûn, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.