Newaya Jin: Nexşeya Şoreşê ji aliyê jinan ve tê xêzkirin

Di hejmara Tîrmehê ya rojnameya jinê Newaya Jin de ji têkoşîna jinê heta bi Şoreşa rojava, ji êrişên dagirkeriyê heta piştevaniya jinê cih ji gelek nûçe, analîz û dosyayan re hate dayin.

Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara xwe ya Tîrmehê bi manşeta "Nexşeya Şoreşê ji aliyê jinan ve tê xêzkirin" weşand. Têkildarî têkoşîna jinê, berxwedana grevên birçîbûnê, Şoreşa Rojava, Peymana Stenbolê, êrişên dagirkeriyê, tevnên piştevaniyê yên jinan gelek nivîs û nûçe di hejmara 196'an de hene.

Di vê hejmarê de Medya Doz salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê nirxand û destnîşan kir ku YPJ'ê li tevahiya cîhanê ruhê jinê rakir ser piyan. Medya Doz destnîşan kir ku şoreşa gel a li Rojava vejîna jinê ye" û diyar kir ku li nava atmosfereke tundiyê, şoreşa jinê pêk tê ku nexşeya hest, xewn û xeyalên gelekî diyar dike.

Rojnamevan Hêvîdar Xalid jî 10 salên pêvajoya avabûnê vegot.

Rabîa Tamer jî Peymana Stenbolê, nêzîkatiya desthilatdariya heyî ku 20 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe, feraseta desthilatdariyê ya li jinê û malbatê nirxand.

Zerya Gul jî destnîşan kir ku şêwe û rêbaza êrişan a sîstema şaristaniya dewletê li tevgerên jinan ferz dike ku fikrê xweparastinê, rêbaz û çalakiyên wê bi her awayî bi pêş ve bixe.

Rojeva greva birçîbûnê jî ji aliyê Ronahî Serxwebûn ve hate nivîsandin.

Ji nivîskarên Kurdî yê rojnameyê Bêrîtan Zagros û Roza Metîna bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê. Nivîskaran pozîsyona PDK û YNK'ê ya li plêşberî dagirkeriyê nrixandin.

TEVNA RETE JIN


Tevna RETE Jin a ku sala 2018'an li Îtalyayê ava bû û niha li gelek herêmên welêt kar dike, ji aliyê aktîvîst Camîlla Z. ve hate vegotin. Camîlla Z. qala esasên rêxistinbûn, rêbazên kar û armancên tevnê nirxand.

Di beşa Jineolojiyê de Delal Emîlîo karên li Nîvgirava Îberê tê meşandin da nasandin.

Di hejmara nû ya rojnameyê de Radyoya 'Dengê Welat' hate nasandin ku radyo sala 2013'an hate avakirin û bi zaravayên cuda yên Kurdî weşanê dike. Têkoşîn Mêrdîn qala polîtîkaya weşanê ya radyoya 'Dengê Welat' kir.

Têkildarî Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ku 29'ê Gulana 2021'ê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist, Rojîn Agir bersiv da pirsên rojnameyê.

Di hejmara Tîrmehê ya rojnameyê de nivîsên bîranînê yên li ser Şevîn Bîngol (Hulya Kul) a 22'ê Tîrmeha 2019'an li Çewlikê şehîd bû û Sarya Diyar a ku 3'ê Gulana 2021'ê şehîd bû, hatin weşandin.

Hejmara nû ya rojnameyê li ser navnîşana înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.