Nasnameyên 2 gerîlayên YJA Starê yên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Nasnameyên 2 gerîlayên YJA Starê yên di pêngava Medîban a li Şengalê de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.

Fermandariya Şengalê ya YJA Starê di daxuyaniya nivîskî de bi bîr xist ku gundê Medîbanê 25’ê Adarê hatiye rizgarkirin.

Hate ragihandin ku di vê operasyonê de Rûken Alî û Mînare Mîna bi şerkirinek lehengî ve gihiştine şehadetê.

Di daxuynaiya Fermandariya Şengalê ya YJA Starê de wiha hat gotin: 

“Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo ya 11’ê Adarê destpê kir di encama berxwedanek mezin de, 25’ê Adarê ji aliyê hêzên HPG/YJA Star û YBŞ/YJŞ’ê ve bi temamî rizgarkirina gundê Medîbanê bi encam bûye.

Di pêngava rizgarkirina gundê Medîvanê ya 25-26’ê Adarê,  di berxwedana bi heybet de şerekî  mezin pêk hatiye. Di vê berxwedanê de ji hevalên me yên di xeta fedayî ya Apoyî de têkoşiyan, hevalên Gulçîn Dîdar (Mînare Mîna) û Zevîn Qamişlo (Rûken Alî) gihiştine şehadetê. Dîsa şervanên YBŞ’ê hevalên Genco, Şoreşger û şervana YJŞ’ê hevala Nûjiyan jî di vê têkoşînê de di çeperên herî pêş de cih girtine û gihiştine şehadetê.

Ev hevalên me yên mîlîtanên bi nirx ên ji bo rizgariya gelê me ji her cure têkoşînê re amadene, bi şerekî bi biryardarî ve di vê oxirê de şehîd ketine. Ev sekna wan a bi biryar, terzê wan ê têkoşînê, girêdana wan a bi gel û nirxên me re wê wek mîrateyek têkoşînê ya dewrî me kirine rêya me ya kîlîtbûna di serkeftinê de ronî bike.”

Agahiyên nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Gulçîn Dîdar
Nav û Paşnav: Munîre Mîna
Cihê Jidayikbûnê: Kotol
Navê Dayik-Bav: Zînê-Nûrettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Adara 2016/Şengal

Nasnav: Zevin Botan
Nav û Paşnav: Ruksen Ali
Cihê Jidayikbûnê: Qamışlo
Navê Dayik-Bav: Fatma - Abdulvahap
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Adara 2016/Şengal

...