Nasnameya jina ku cesedê wê li Manîsayê hat dîtin hê diyar nebûye

Nasnameya jina ku li Manîsayê cesedê wê hat dîtin, hê diyar nebûye. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Li navçeya Yûnûs Emre yê Manîsayê, li qadeke daristanî ya jorê goristana lit axa Keçîlîkoyê, berî niha bi 10 rojan cesedê jinekê hatibû dîtin ku riziyayî bû. Cesed rakirina Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Hat tespîtkirin ku cesed ê jineke 25-30 salî ye û bi qasî 25-30 roj berê miriye.

Nehat tespîtkirin bê ev cesed ê kê ye. Ji ber ku cesed riziya ye, şopa tilî nehat girtin. Ji bo tespîtkirinê, divê li benda mînakên DNA yên welatiyên li dora Manîsayê xizmên wan winda bûye bisekinin.