Nasnameya 2 gerîlayên li Tendurekê şehîd bûn hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Tendurekê şehîd bûn eşkere kir û got, "Van hevrêyên me yên hêja bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê bûn milîtanên bi mînak ên YJA Starê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a qirker 16'ê Tebaxa 2022'an li herêma Tendurekê ya Serhedê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Di navbera artêşa Tirk a qirker û hêzên me de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Evîndar û Eylem, ku di vî şerî de derbên giran li dagirkeran xistin û bi rengekî fedaî li ber xwe dan, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja ku salên dûr û dirêj li herêma Serhedê man û ji bo pêşvebirina gerîlatiya jinê kedeke bêhempa dan, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê bûn milîtanên bi mînak ên YJA Starê. Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja, hevrêtiya PKK'ê ya ku ji dil hûnandin, biparêzin û mezin bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Evîndar Kevok
Nav paşnav: Tûgba Tambahçecî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hatûn-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Tebaxa 2022 / Serhed

Nasnav: Eylem Sîpan
Nav paşnav: Devlet Taşir
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Enver
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Tebaxa 2022 / Serhed

EVÎNDAR KEVOK

Hevrêya me Evîndar li navçeya Çaldiran a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji malbateke şehîdan bû, tevgera me zû nas kir. Hevrêya me ku li Agiriyê di beşa bernamevaniya kompûterê de li zanîngehê xwend, piştî ku dest bi zanîngehê kir rastiya dijminê dagirker û faşîst baştir dît û fêhm kir. Hevrêya me Evîndar a ku dijmin nas kir, kete nava lêgerîna têkoşînê. Bersiva li lêgerînên xwe jî bi xwendina parêznameya Rêber Apo dît. Kesayetiya jin a azad ku Rêber Apo dixwaze biafirîne, kesayetiya jinê ya ku hevrêya me Evîndar jî dixwest. Ji bo vê armanca xwe bi dest bixe, gihîşt wê baweriyê ku divê têbikoşe. Hevrêya me Evîndar bi pîvana yekbûna fikir û çalakiyê, tevlî nava refên têkoşînê bû û demekê karên ciwanan meşand. Hevrêya me di karên ciwanan de pratîkeke serketî nîşan da, lê ev yek ji bo xwe têrker nedît. Gihîşt wê baweriyê ku divê tevlîbûna wê hîn mezin û bi wate be. Pê hesiya ku heta bi temamî ji sîstemê xwe qut neke, zehmet e têkoşîneke bi wate bimeşîne. Biryar da ku tevlî nava jiyana gerîla, tevlî nava refên gerîla bibe ku gelekî meraq dikir û lêkolîn dikir. Di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de di demekê de ku şerê me giran bû, ji bo wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Evîndar diyar kir ku jiyan û hevrêtiya PKK'ê li nava gel û ciwanan efsane ye û tenê bi tevlîbûna li nava refan dikare vê rastiyê nas bike, hîs bike. Mijara ku li nava refên têkoşînê herî zêde bandor li hevrêya me Evîndar kir, têkiliya hevrêtiyê ya li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo bû. Bi îdeolojiya Rêber Apo weke jinekê hay ji xwe çêbû. Bi vî rengî xwe nirxand û bû îrade ku hêza xwe nîşan bide. Kîjan taybetmendiyên Kurdîtiyê ji Kurdan hatibin standin û bêwate hatibin kirin, hevrêya me Evîndar weke şoreşgerekî hîn bêhtir xwedî li van nirxand derket. Weke avakareke jiayan azad, li ser bingeha nirxên rast, bedew û baş xwe bi pêş ve bir. Ji roja ku tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve bi sekna xwe ya bi daxwaz timî xwe bi pêş ve bir. Demeke dirêj li Xakurkê û Zapê gerîlatî kir û bû gerîlayeke şareza. Bi perwerdeyên li van qadan wergirtî, li ser xeta PAJK'ê xwe kûr kir û bi xurtî xwedî li mîrateya Bêrîtanann derket, rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Ji bo ku di hunera şerê gerîla de xwe kûr bike û bersivê bide bendewariyên gelê me, xwest ku rêbaz û taktîkên dema nû de xwe şareza bike û li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû, ji van perwerdeyan jî encamên serketî bi dest xist. Piştî perwerdeyê weke fermandara yekîneyê wezîfe kir, ji bo vê wezîfeya xwe bi serketî bi cih bîne û baweriya hevrêyên xwe vala dernexîne, hîn bêhtir berpirsyarî da ser xwe.

Bi sekna xwe ya bi bawer û îdîa di sala 2016'an de weke Fermandareke YJA Starê bi biryardariyeke mezin derbasî herêma Serhedê bû. Hevrêya me Evîndar ku bi biryardariyeke bi vî rengî çû xaka lê ji dayik bû, haya xwe ji giraniya mîsyona xwe hebû. Bi pratîka xwe bersiv da pêvajoyê. Hevrêya me Evîndar li ser xeta Rêber Apo wke milîtaneke jin a azad xwe fedaî doz û gelê xwe kir û ji çiyayê bi heybet ê Agiriyê jî mezintir bû. Li herêma Serhedê bi rengekî çalak tevlî pêngavên li dijî dagirkeran bû, li refên herî pêş derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me Evîndar ku rêbaza fermandareke jin a mînak nîşan da, di heman demê de bû hevrêya hevrêyan. Bi kedkarî, coş, çalakî û ji dilbûna xwe, mîrateyeke xurt ji hevrêyên xwe re hişt.

EYLEM SÎPAN

Hevrêya me Eylem li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke dilsozê nirxên civakî û welatparêz ji dayik bû. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe, hevrêya me Eylem jî çanda hezaran salî ya gelê me di kesayetiya xwe de bi cih kir û ev taybetmendiyên xwe bi daxwaza azadiyê ya jin a Kurd xurtir kir. Lewma tebîetên jiyana paşverû yên ku mêtinger bi zanebûn li civaka me ferz dikin, qebûl nekir û da pey armanca azadiyê. Pêşketin û civakîbûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li herêma Serhedê bandor li hevrêya me Eylem jî kir û bala wê çû ser Kurdîtiya azad a bi pêşengiya PKK'ê. Bi taybetî têkoşîna gerîla gelekî bala wê kişand û ji zarokatiyê ve xwest bibe gerîla. Ji sala 2015'an û pê ve ku dewleta Tirk a qirker li dijî gelê me dest bi êrîşa topyekûn kir, mîna her jin û ciwaneke krud a bi rûmet, ji bo şikandina polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me û misogerkirina azadiyê ya gelê me, gihîşt wê baweriyê ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê sala 2016'an ku berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a mêtinger gihîşt asta herî bilind, li Erdîşê tevlî nava refên gerîla bû.

Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi kelecanî û tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, bala hevrêyên xwe kişand. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me Eylem di gerîlatiyê de sûd ji hevrêyên xwe yên jê kevntir wergirt, piştî wergirtina her tecrûbeyê tevlîbûna xwe ji nû ve nirxand û ji bo tevlîbûneke hîn xurtir kete nava lêgerîna rê û rêbazan. Lewma ji aliyê pêşvebirina xwe ve ti carî nesekinî. Ji bo vê timî kûr bû, lêkolîn kir, hîn bû û hewl da tiştên hîn bûne bixe meriyetê. Pîvana hevgirtî ku taybetmendiyeke milîtaniya Apoyî ye, bi vî rengî di kesayetiya xwe de da rûniştandin. Ji ber taybetmendiya xwe ya cewherî û fedakar, tevlî gelek karên pratîkî bû û bi serketina xwe ya di nava vî karî de bal kişand. Li gel kesayetiya xwe ya bi moral û kedkar, berpirsyariyên xwe yên ji bo hevrêyên xwe jî bêkêmasî bi cih anî û dema cihê xwe dihat bi mîsyona pêşengiyê radibû û bi ser dixist. Hevrêya me Eylem Rêber Apo ji bo xwe weke çavkaniya jiyanê dît; hewl da Rêbertî fêhm bike, îdeolojiya wî ji xwe re bike felsefeya bingehîn a jiyanê. Bi taybetî hewl dida analîzên Rêberê me yên li ser azadiya jinê fêhm bike û pîvanên jin a azad di kesayetiya xwe de şênber bike. Ji bo di vê hewldana xwe de bi ser bikeve bi rengekî fedakar têkoşiya û qalibên ji bo jinan di nava sîstemê de hatine diyarkirin, eyk bi yek şikand. Weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng bi kêfxweşî û serbilindî li qada zehmet a Serhedê gerîlatî kir. Hevrêya me Eylem ji aliyê hunera leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, bi taybetî li qada Tendurekê tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Di van çalakiyan de bi wêrekî û rêbaza xwe ya encamgiriyê hem pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, hem jî bû çavkaniya hêz û moralê. Nêzî 6 salan li qada Serhedê têkoşiya, ji bo pêşvebirina grîlatiya jinê kedeke mezin da. Hevrêya me Eylem di heman demê de bi fedakariyeke mezin ev sekna xwe parast û bi ser xist.

Hevrêyên me Evîndar û Eylem bi sekna xwe ya fedaî li dijî mêtingeran berxwedaneke dîrokî li qada Serhedê nîşan dan, destanên lehengiyê afirandin. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji xelkê Wanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."