Mûçeyên jin û mêran wê di sala 2186'an de bibin weke hev
Ji bo wekheviya mûçeyên jin û mêran, hê gelek kar û hewldan divê. Li gorî raporekê, ji bo li qada kar mûçeyên jin û mêran wekhev bin, divê 170 salên din derbas bibin.
Ji bo wekheviya mûçeyên jin û mêran, hê gelek kar û hewldan divê. Li gorî raporekê, ji bo li qada kar mûçeyên jin û mêran wekhev bin, divê 170 salên din derbas bibin.
Di mijara wekheviya mûçeyan de du rapor hatin weşandin û encamên balkêş hatin eşkerekirin. Di raporan de tê dîtin ku mijara wekheviyê ne pirgirêkeke ku îro yan jî sibe were çareserkirin. Di rapora American Association of University Women de, li ser cudahiya navbera mûçeyên li 50 eyaletên DYA, agahiyên berfireh tên dayîn. Li gorî nûçeya ji aliyê ajansa nûçeyan Bloombergê ve hate weşandin, eger rewşa cudahiya mûçeyan bi vî rengî dewam bike, wekheviya li ser mûçeyên jin û mêr ancax di sala 2152'an yanî piştî 136 salan çareser bibe.
Rapora duyemîn jî roja Çarşemê ji aliyê Forûma Aboriyê ya Cîhanê ve hate weşandin. Li gorî vê raporê, eger di mijara wekheviya mûçeyên jin û mêr de gavên bi lez neyên avêtin, ji bo wekheviyê divê mirov li benda sala 2186'an bisekinin. Yanî mûçeyên jin û mêr ancax piştî 170 salan dikarin wekhev bibin.
Di rêza li ser wekheviya mûçeyan de Îzlanda, Fînlandiya, Norwêc û Swêd di rêzên destpêkê de cih digirin. Rûanda li pêşiya Îrlanda ye û di rêza 5. de ye. Elmanya di rêza 13'an, Fransa di rêza 17'an, Brîtanya di rêza 20'an û DYA jî di rêza 45'an de cih digirin.