MJÊŞ salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê (MJÊŞ) 37 salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Meclîsa Jinên Êzidî yên Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî 37. salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, tevahiya mirovahiyê û bi taybetî li jinan pîroz kir.

Meclîsê ragihand ku PKK'ê li dijî paşverûtî û kevneşopiya civak û pergalê têkoşiya û got, "Navê berxwedan û destanê PKK ye. PKK bû hêviya mîlyonan. Bû nîşaneya berxwedanê, bû rêya azadiyê. Ji hemû jinan re bû çirûskek û hêviya jiyana nû afirand. Li quntarên Çiyayê Şengalê hêviya jinên Şengalê pêk tîne.

Bi hêviya ku em bi Serokê xwe re li ser Çiyayê Şengalê em govenda azadiyê bigerînin, salvegera damezrandina PKK'ê li hemû mirovahiyê pîroz dikin."