MJÊ qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin şermezar kir

Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ), qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir, şermezar kir.

Meclîsa Jinên Êzidî li ser qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta faşîst a ku bi salan e pitik, extiyar, ciwanna qetil dike, nikare xwe li serketina gelê Kurd a li Rojava rabigire."

Meclîsa Jinên Êzidî komkujiyên di demên dawî de li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kir û ev yek destnîşan kir: "Em, qetilkirina sê hevalên me yên jin, şermezar dikin. Dewleta Tirk di vir de rûyê xwe yê rast nîşan da. Dewleta faşîst a ku bi salan e pitik, extiyar, ciwanna qetil dike, nikare xwe li serketina gelê Kurd a li Rojava rabigire. Rejîma Erdogan a destekê dide DAIŞ'ê, ji ber di vî şerê xwe yê kirêt de bi ser neket, dîn û har bû"

MJÊ da zanîn ku dewleta Tirk di salê dawî de bi zanebûn êrîşî jinên Kurd dike û bibîr xist, ku di encama êrîşên li hemberî jinê de, ku bi qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re destpê kirin, her roj mirov tên girtin û qetilkirin. Meclîsê da zanîn ku herî zêde jin hedef tên girtin û qetilkirina sê jinên siyasetmedar li Silopiyayê, şermezar kir.

Meclîsa Jinên Êzidî bang li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê kir, ku bala xwe li ser van komkujiyan bin û li dijî şerê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, derkevin.