MJÊ binçavkirina rojnamevan Avesta şermezar kir
Meclîsa Jinên Êzidî da xuyakirin, ku binçavkirina pêşkêşvana Stêrk TV Aysel Avesta ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve ne ya qebûlkirinê ye û xwest, derhal bê berdan.

Têkildarî binçavkirina rojnamevan Aysel Avesta, ku di heman demê de jineke Êzidî ye, rêvebera Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) Xezal Yalçin ji ANF'ê re axivî û binçavkirina Avesta bi tundî şermezar kir.
Yalçin qirkirina Tebaxa 2014'an li Şengalê bibîr xist, ku bi hezaran Êzidî bi destê DAIŞ'ê hatin qetilkirin, bi qasî 11 hezar jinên Êzidî hatin revandin û got, "Gelo ewqas êşa bi serê me Êzidiyan hatiye, ne bes e ku PDK bi van kiryarên xwe re hîn bêhtir me dêşîne."
Yalçin da xuyakirin, ku ev nêzîkatiya PDK li hemberî civaka Êzidî nîşan dide, baweriya Êzidiyan a bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hîn bêhtir qels dike û destnîşan kir, ku ev nêzîkatî ji bo malbata Barzanî jî şermeke mezin e.
Xezal Yalçin diyar kir, ev zerarê dide hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî û bang li rayedarên PDK'ê kir, ku rojnamevan Aysel Avesta derhal serbest berdin.