Mizgîn a ji Hesekê: Bêrîtan ji bo min bû mînak

Mizgîn Hesekê ya ji pêkhateya Ereb got, bi bandora şehîd Mizgîn û şehîd Bêrîtan ew tevlî nava refên gerîla bûye.

Mizgîn Hesekê bang li ciwanên Ereb kir, ku tevlî nava refên gerîla bibin û destnîşan kir, ku jin ancax bi PKK'ê azad bibin.

Mizgîn Hesekê ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe kir:

"Navê min Mizgîn Hesekê, ji Hesekê me. Ez ji pêkhateya Ereb im. Di nava PKK'ê de herî zêde hevala Bêrîtan û hevala Mizgîn bandor li min kir, ku tevlî bibim. Her ku min ew dibihîst, min digot 'divê ez tevlî bibim'. Li ser vê esasê ez tevlî bûm. 

Piştî ku tevlî bûm, ya ku di nava PKK'ê de gelekî bandor li min kir ruhê hevaltiyê bû. Ya ku min herî zêde esas girt, xurtbûna hevaltiyê bû. Ji ber vê yekê min her tim xwe da pêş. Hem ji bo di nava PKK'ê de xwe mezin bikim, hem armanceke xurt derxînim.

Di nava Ereban de şîdeta li hemberî jinê, mehkûmkirina wan pir heye. Lê belê ji ber ku malbata min di nava Kurdan de jiya, çanda Kurdan jî girt.

Di nava civakê de qîmeta jinê Ereb bi rastî jî kêm e. Wextekê li nava malbatê bûm, hevalê Rustem ez hinekî fêrî Kurdî kir. Piştî ku tevlî bûm min Kurdiya xwe bi pêş xist. Destpêkê ez qet bi Kurdî nedaxivîm. Lê belê li çiyê Kurdiya min bi pêş ketiye.

Ji aliyê giştî ve tevlîbûna Ereban ne pir e. Di nava civakê de jin nikare bi hêsanî tevbigere. Ji ber vê yekê tevlîbûna wan ne pir e. Lê herî dawî, tevlîbûneke xurt li nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çêbûye. Bi taybetî şerê Kobanê, bi bandora şerê li herêmê Ereb jî tevlî dibin."