BI DÎMEN

‘Mezintirîn têkoşîn bi pêşengtiya jinan tê meşandin’

Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Miştenûr û Besê Anûş 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û anîn ziman ku îro mezintirîn têkoşîn bi pêşengtiya jinan tê meşandin.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ

Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Miştenûr û Besê Anûş bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Faraşîn Miştenûr di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: ‘’8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ew roj e ku bi têkoşîn û bedelên mezin hatiye bidestxistin. Têkoşîna jinan ev bi sed salan e berdewam dike. Îro hêza ku pêşengtiya civakê dike jin bi xwe ne. Ji ber vê yekê jî mezintirîn têkoşîn bi pêşengiya jinan tê meşandin. Jinên Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn hêza pêşengên têkoşîna xwe.

Gava ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku  hemû dagirker li hemberî hêza jinan tirsiyane. Ji ber ku yên ku di civakan de şoreşê pêk bînin, jin in. Êdî haya jinan jî ji hêza wan heye û bi vê hişmendiyê tevdigerin. Di pergala serdest a mêran de hêza jinan tune hatiye hesibandin. Gava ku em li roja me ya îroyîn dinêrin, em dibînin ku jinan destkeftiyên mezin bi dest xistine. Jin wê roj bi roj bihêztir bibin. Dijmin bi taybetî jinên ciwan hedef digire.  Hewce ye jinên ciwan bi dek û dolabên desthilatdarî û pergala kapîtalîst nexapin, nekevin bin bandora polîtîkayên şerê taybet û girêdayî felsefeya Rêber Apo rol û erka xwe ya pêşengtiya civakê bi cih bînin.

Helbet gerîlayên jin jî bi çalakiyên xwe tesîreke mezin li vê pêvajoyê dikin. Têkoşîn û çalakiyên gerîlayan yên tevî  şert û mercên dijwar jî bandoreke mezin li civakê jî dike. Dagirker li hemberî çalakiyên gerîla û têkoşîna gel têk çûye. Em dibînin ku gava dagirker nikare têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bişkîne, serî li polîtîkayên şerê taybet dide. Windahiyên xwe vedişêre û civakê dixapîne. Têkoşîna gerîla wê roj bi roj mezintir bibe. Ji ber ku sereketirîn armanca me misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgarkirina Kurdistanê ye. Bi taybetî jî ciwan ji bo ku destkeftiyên mezin bi dest bixin, hewce ye berê xwe bidin refên gerîla û xwe bi felsefeya Rêber Apo, li çiyayên Kurdistanê yên azad pêş bixin. Bi taybetî hewce ye jinên ciwan vê yekê baş bizanibin ku Sedsala 21’emîn  sedsala jinan e. Em hemû baş dizanin ku heya jin azad nebe civak jî azad nabe.’’

EM Ê TU CARÎ XAKA XWE NEDIN DAGIRKERAN

Gerîlaya YJA Starê Besê Anûş jî bi bîr xist ku têkoşîna jinan ku bi pêşengtiya Clara Zetkîn û Rosa Lûxembûrgê destpê kiriye û gihîştiye roja me ya îroyîn û têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ev tişt got: ‘’Destpêkê ez hemû şehîdên me yên ku ji bo azadiya jinan giyanê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi têkoşîna ku bi salan e berdewam dike re, jin êdî bihêztir, birêxistintir û bi zanebûntir in. Jinan di pergala serdest a mêran de gelekî êş kişandin. Hewce ye jin li dijî pergala serdest a mêran hemû gavan bi hev re li ber xwe bidin. Rêber Apo ji bo ku jin bi hev re li ber xwe bidin û zanebûntir bibin, Jineolojî pêşniyar kir.

Desthilatdarên faşîst dixwazin êrîş û komkujiyên xwe  xwe yên li dijî jinan bidomînin. Em weke jinan hewce ye  li dijî van êrîşan xwe zêdetir bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Ger em bi hev re li ber xwe bidin, em ê di dîrokê de bibin xwedî roleke girîng. Jîneolojî jî wê bibe wesîle ku jin zanebûntir bibin. Çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi pêşengtiya YJA Starê tên kirin, ji me re dibe hêz û moraleke mezin. Êdî em ji hemû gavan bêhtir li nêzî serkeftinê ne. Em ê tu carî xaka xwe nedin dagirkeran.’’