Meşa 8’ê Adarê ya li Gimgimê rastî êrîşa polîsan hat

Li Gimgimê polîsan êrîşî meşa 8’ê Adarê kirin. Polîsan avahiya DBP’ê ya navçeyê dorpêç kirine.

Li navçeya Gimgim a Mûşê, jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de xwestin ji ber avahiya DBP’a navçeyê bimeşin Xana Kar a Şaredariyê. Jinên bi banga KJA li hev kom bûn, bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ber bi Xanê ketin meşê. Di dema mêşê de polîsan rêya jinan bi wesayîtên zirxî qut kir, hewl dan meşê asteng bikin. Jinên astengî qebûl nekirin, meşa xwe domandin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî jinan kir.

Jinên ji gaza zêde bandor bûn xwe avêtin avahiya DBP’ê ya navçeyê û bertek li hember êrîşan nîşan dan.

Hêzên dewletê piştî êrîşê, avahiya DBP’ê ya navçeyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin.