Mehekê herî kêm 39 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JINNEWS'ê di meha Sibatê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî bi gumanbarî mirin.

Li gorî daneyên ji aliyê JINNEWS'ê ve hatin komkirin, meha derbasbûyî gelek jin hatin kuştin. Di nava mehekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 39 jin hatin qetilkirin û 15 jin jî bi gumanbarî mirin. Jin herî zêde ji aliyê mêrên jê cihê bûn ve hatin qetilkirin.

Li Stenbolê 10, li Artvînê 1, li Enqereyê 2, li Aydinê 1, li Sakaryayê 3, li Edîrneyê 1, li Samsûnê 2, li Bursa 3, li Bartînê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Burdur 1, li Dîlokê 1 Li Dûzceyê 2, li Edeneyê 1, li Rihayê 1, li Antalyayê 1, li Amedê 1, li Denizliyê 1, li Çanakkale 1, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1 û li Manîsayê jî 1 jin hatine qetilkirin.

Ji jinên hatine qetilkirin 9 jin ji aliyê mêrê ku ji wan veqetiyane, 6 ji aliyê mêrê ku nas dikirin, 6 ji aliyê mêrê ku bi wan  re di nava têkiliyan de bûne, 8 ji aliyê mêrê ku bi wan re zewicîbûn, 6 ji aliyê kurê xwe ve, 3 ji aliyê bavê xwe ve yek jî ji aliyê mêrê ku bi hev re di pêvajoya hevberdanê de bûn.