Meclîsên Jinan ên li Hannover û Kolnê kongreyên xwe pêk anîn
Meclîsên jinan ên li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, kongreyê xwe lidar xistin.
Meclîsên jinan ên li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, kongreyê xwe lidar xistin.
Meclîsên jinan ên li bajarên Elmanya Hannover û Kolnê, kongreyê xwe lidar xistin. Di kongreyan de işaret bi girîngiya zêdekirina rêxistinbûyîna jinê hat kirin.
HANNOVER
Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Elmanya Hannoverê kongreya xwe ya 3. lidar xist.
Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî û şîdeta li hemberî jinê hatin nirxandin û hat ragihandin, divê jin li hemû qadên jiyanê bi meclîs û komunan xwe bi rêxistin bikin.
Di kongreyê de biryar hat dayîn ku ji bo jinên ciwan û zarokan derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê û çandê bên afirandin.
Di encama kongreyê de komîsyonên têkiliyên derve, perwerde, dayikên aştiyê, yekîtiyên baweriyan, çapemenî, edalet û aştî, jinên ciwan, çand û ziman û komîsyona Rojava hatin avakirin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
KOLN
Li bajarê Elmanya Kolnê, Meclîsa Jinê ya Viyan kongreya xwe ya 8. lidar xist. Di kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê de bi dehan jin amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwan hat hilbijartin, rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin û rapora karê salekê yê Meclîsa Jinê ya Viyan hat xwendin.
Di dawiya nîqaşên li kongreyê de Yildiz Fîlîmcî, Ayten Sunger û Sabîha Ceyhan weke berdevk hatin hilbijartin. Her wiha komîsyonên perwerde, bawerî, têkiliyên derve, civakî, rêxistinbûyîn, çand û dayikên aştiyê yên ji 64 endaman hatin avakirin.