Meclîsên Jinan ên HDK'ê: Li dijî faşîzmê em ê li kuçeyan û qadên hilberandinê bin

Di encamnameya Desteya Jinan a 7. a HDK’ê de wiha hate gotin, ‘Li dijî faşîzmê, Rewşa Awarte, BHQ’yan û li dijî xwestina dinlgirtina vîna me bi kampanyayên resen em ê li kuçe, mal û qadên hilberandinê bin’’

Desteya Jinan a 7. a HDK’ê de bi dirûşma, ‘’Em di Rewşa Awarte de, em ji bo azadiya xwe û vîna xwe li ber xwe didin, di meclîsên jinan de xwe birêxistin dikin’’ li Enqerê pêk hat. Desteya Giştî diyarî Zehra Eplî hate kirin ku li Girtîgeha Girtî ya Gebze ya Jinan bedena xwe dabû ber êgir. Di encamnameyê de hate gotin, êrîşên AKP’ê piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ketiye qonaxeke nû û wiha hate gotin:

‘’Bi şerê li Kurdistanê di serî de kedkar şer li ser beşekî berfireh ê civakê hatiye destpêkirin û her wiha jin jî bûne hedefa sereke ya polîtîkayên desthilatdariyê ya zext, zordarî, tundin û mêtingeriyê. Bi nêzîkatiya zilam serweriyê re ku binpêkirina mafê jiyanê bi polîtîkayên dij jinî weke rêbazeke ku bi awayekî sîstematîk dixwaze bîne xetê, her cure tundiya zayendin tê erêkirin, keda jinê ku bi temamî weke hêza di asta duyemîn a kêm de û erzan tê dintin, rejîmê êrîşên xwe girantir kiriye. Ev hişmendiya ku jinê di asta duyemîn a kêm de dibîne, baweriyê bi wekheviya jin û mêr nayîne, hewl dide ku polîtîkayên xwe yên dijî jinê di qadên siyasî û civakî de, di her astê de sazûman bike.

25’ê Mijdarê di Roja Şideta Li dijî Jinê ya Dinyayê de, em careke din diyar dikin ku em weke jin her cure êrîşa li ser azadiya me em ê di nav çarçoveya şidetê de bibînin, em ê têkoşîna xwe geş bikin. Li gel vê, şerê ku li Kurdistanê tê birêvebirin, careke din nîşanî me daye ku ev dewlet dijminê jinê ye. Li Cizîr, Sûr, Silopya, Dêrik, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex û Wartoyê jinên ku bedenên wan hatin teşîrkirin, nivîsên zayendinparêz ên li ser dinwaran, tundiya zayendin encamên berbiçav ên van polîtîyan in.

Bi berdewamî wiha hate gotin; ‘’Em weke Meclîsên Jinan ên HDK’ê li dijî vî şerê qirêj ku ji hêla hemû yekîneyên Qesrê û dewletê ve tê birêvebirin, bi hêza xw ya kum e ji têkoşîna azadiya jinê wergirtiye, em ê bibin dengê aştî, wekheviyê û jiyana azad û di serî de ji bo hilweşandina şerê li Kurdistanê em ê hevgiriya jinê xurt bikin, qadên jiyanê dinsa ava bikin û li hemû devera dinyayê, ji bo aştiyê em ê têkoşîna enternasyonalîst berdewam bikin.

Bi 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê re ku ev weke ‘’Qenciyeke Xwedê’’ hate binavkirin, bi faşîzma Rewşa Awarte, BHQ’yan tê armanckirin ku hemû kuçe, qadan li jinan werin girtin; êrîşên li ser çapemeniyê, heqê temsîlê û vînê zêdetir bûne. Girtina nivîskarên weke Nemcîye Alpay û Asli Erdogan ku nivîsên xwe bi deqa aştiyê xurt kirine, zexta li ser akademîsyenan ku akademîsyeniya xwe dane aştiyê, girtin ji kar avêtin, parçeyek ji wan polîtîkayan e ku mafê aştiyê û vîna aştiyê dixwazin radest bigirin. Girtina JINHA’yê ku li Tirkiyê û dinyayê yekem ajansa jinan e, bi qeyûmên ku anîn ser şaredariyên DBP’ê wekî hedefeke taybet li ber xwe danîna rêgeza hevseroktiyê û temsîla wekhev, herî dawî girtina gelek komeleyên jin ên wekî KJA, Gokkuşagi, Hevgiriya Jinan a Panayir a Bûrsayê û Komeleya Jinan a Wanê ya bi BHQ’yan, pêkanîna faşîzmê yên Rewşa Awarte yên dijminên jinan in.

Ev darbeya sivîl ya ku li ser me jinan, vîna me û li ser şexsê temsîlta wekhev li vîna jinê hatî kirin, li gorî hişmendiya ‘zilêm’ karê pêşî yê qeyûmên ku hatin tayînkirin ew bû ku qadên desteka jinê û qadên hilberandina jinê bigirin. Pêvajoya darbeya sivîl bi Şaredariyên DBP’ê re sînordar nemane, piştî girtina Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û berdevka KJA’yê Ayla Akat, 4’ê Mijdarê gihaştiye asta herî bilind û di nav de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Dermîrtaş û Yuksekdag jî, wekîlên HDP’ê Selma Iramak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel hatin rehînkirin. Ev biryar di şexsê wekîlên ku hatin girtin de, ku jinan bi xebeta xwe ya mal bi mal, kuçe bi kuçe bi xebatên hilbijartibûn, darbeyeke li tevahiya vîna jinê û têkoşîna demokrasiyê ye. Di şexsê hilbijaryiyên HDP’ê û DBP’ê de ya ku hewl tê dayin ku radest were girtin têkoşîna azadiyê jinê, aştî, demokrasî û jiyana sekuler û laîk e. Em weke Meclîsên Jinan ên HDK’ê polîtîkayên dinlgirtinê yên ku bi darbeya 4’ê Mijdarê re bi ser heqê me yê temsîla wekhev û vîna me de pêk hatî bi ti awayî qebûl nakin, beriya her tiştî di taxan de em ê hêza jinê bi rêk bixin û mexin bikin, em ê berxwedana civakî bi jinê re ava bikin. Di nav vê çarçoweyê de, bi yekîtiya herî berfireh a jinê, em weke Meclîsên Jinan ên HDK’ê, li dijî faşîzmê, şer, Rewşa Awarte û BHQ’yan û li dijî rehînkirina vîna xwe, em ê bi kampanyayên xwe yên resen, li kuçe, mal û qadên hilberandinê bin.’’