Meclîsên Jinan ên HDK'ê encamnemeya xwe ragihand

Meclîsên Jinan ên HDK'ê encamnameya civîna 16'ê Gulanê ragihand.

Meclîsên Jinan ên HDK'ê encamnameya civîna Meclîsa Jinan a 3'an a Serdema 10'an ragihand.

Civîna 3'yan a Meclîsa Jinan A Serdema 10'an a Kongreya Demokratîk a Gelan 16'ê Gulanê bi tevlêbûna onlîne ya bi dehan jinên ji Kurdistanê û Tirkiyê pêk hat.

Di encamaneyê de hate gotin:

''Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan ji bo ku bi bîr bixe ku hemû jinên ku di şertên pandemiyê de zext û kontrola li ser wan zêde bûye, jiyana wan bi hejarî, tundî û barê kar dor lê hatiye pêçan ne bi tenê ne, ji bo ku bi hev re xurt bibin, bi gotina, ''Piştevaniya Jinan li Her Derê ye'', li her devera ku destê wê digihiyê, li gel hemû jinên ku dikare têkilî bi wan re dikarin werin danîn dest bi avakirina Maseyên Piştevaniya Jinan dike. Bang dike ku hemû jin heta ku ji dest wan tê bi her rêyê destekê bidin vê piştevaniyê.''