Meclîsa Jinên Êzidî Bêrîvan kongreya xwe ya 3. pêk anî
3. Kongreya Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan bi dirûşma "Ji Sêvêyan heta Bêrîvan, ji Sarayan ber bi rêveberiya xweser, bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" pêk hat.
3. Kongreya Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan bi dirûşma "Ji Sêvêyan heta Bêrîvan, ji Sarayan ber bi rêveberiya xweser, bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" pêk hat.
3 kongreya Meclîsa Jinên Êzidî-Bêrîvan bi beşdariya 150 delegeyan duh li Mala Êzidiyan a bajarê Celleyê hat lidarxistin.
Kongre bi dirûşmeya "Ji Sêvêyan heta Bêrîvan, ji Sarayan ber bi rêveberiya xweser, bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" pêk hat.
Endamên Meclîsa Jinên Hannover, Ronahî, UTAMARA, CENÎ, Weqfa Jinên Azad a Rojava weke mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Ji bo bîranîna şehîdên 73 fermanan û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li dû hilbijartina dîwana ji 5 kesan axaftina vekirinê hat kirin û rêziknameya Meclîsê hat xwendin û erêkirin.
Di kongreyê de Federasyona Komeleyên Êzidiyan, Weqfa Jinên Azad a Rojava, Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, UTAMARA û CENÎ peyamên xwe pêşkêş kirin.
Dûre rapora salê ya karê meclîsê hat xwendin, nîqaşkirin û plansaziya dema pêş hat amadekirin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta jî bi dîmen peyamek ji kongreyê re şand.
Li dû peyama Avesta, hilbijartin hat kirin û 36 endam ji Meclîsê re hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşmên "Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.