Meclîsa Jinên Êzdî Zîlan bi bîr anî

Endamên Jinên Meclîsa Êzdî ku li wargeha Newrozê ya Rojava gihaştin hev, Zeynep Kinacî (Zîlan) bi bîr anîn.

Meclîsa Jinên Êzdî li wargeha Newrozê ya ku li Dêrik a Rojav dimîne di 20. salvegara şehadeta Zîlan de ku sembola berxwedanê ya jinên Kurd e, bi bîr anîn. Bîranîna ku bi tevlîbûna gelek jinî pêk hatî bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji destdayîn dest pê kirî, di berdewamiyê de nameya Zeynep Kinacî ku beriya çalakiya xwe ya fedaî pêk bîne nivîsîbû hate xwendin.

 Endama Meclîsa Jinên Êzdî Zehîre Şemo ku di bîranînê de axivî wiha got: ‘’Em hemû Zîlan in. Îro bi hezaran jin li ser bingehên fikr û ramana Rêber Apo li ber xwe didin û têkoşînê xurt dikin.’’

Endama Meclîsa Jinên Êzdî Zêrê Êzdo jî got, ‘’Em jin, hemû bibin şopgera Zîlan. Di rêça wê de em ê têbikoşin û heya dilopa xwîna xwe ya dawî li hemberî dijmin em ê ti caran serî netewînin. ‘’ Ji jinan Filûs Berkat jî got, ‘’Heval Zîlan bi çalakiya xwe bersiveke wiha daye dijmin ku wê qet ji bîr neke. Em weke jinên Êzdî em ê tim li pey rêça Zîlan û şehîdan bin, pêşî li komkujiyan bigirin û em ê careke din destûr nedin ku dijmin bikeve xaka me.’’

Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmên wekî, ‘’Şehîd namirin, ‘’Bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.