Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk hat ragihandin

Hevserokên Dergahan û komîsyonên jinan ên li welatên cuda yên Ewropayê ser bi Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) dixebitin, Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk îlan kirin.

Hevserokên Dergahan û komîsyonên jinan ên li welatên cuda yên Ewropayê ser bi Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) dixebitin, Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk îlan kirin.

Civîna li bajarê Elmanya Leverkûsenê hat lidarxistin bi Gulbanga ji aliyê Meryem Deprem ve hat xwendin, destpê kir. Piştî diyarkirina rojeva civînê, pirsgirêkên rêxistinbûyînê, xebatên ji bo temsîliyeta jinan ên jinên Elewî û hewldanên ji bo aktîfkirina rola jinan di nava rêxistinên Elewî yên li Ewropayê de hatin nirxandin.

Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Songul Omurcan ve hat kirin. Omurcan bal kişand ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û diyar kir, divê Elewî li pêşberî komkujiya li Kurdan tê kirin bêdeng nemîne. Omurcan da xuyakirin, ku Elewî jî di hedefê de ne û got, "DAIŞ dixwaze Elewiyan qetil bike. Ev yek di belgeyên DAIŞ'ê yên li gelek gundên Elewiyan ên li Dîlok û Mereşê de hatin bidestxistin, derket holê. Li gelek deveran gef li Elewiyan tê xwarin. Di rewşeke bi vî rengî de girîng e Elewî xwedî sîstema xweparastinê bin. Elewiyan li gorî bîr û baweriya xwe, plana çalakiyê pêk anîn. Modela xwerêveberiyê li nirxên baweriya Elewiyan tê."

Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Hulya Yer piştre mafê axaftinê wergirt û da zanîn, ku divê Elewî tevlî vê pêvajoyê bibin. Yer got, "Êrîş li hemberî navendên me yên baweriyê hatin kirin. Eger rêxistinbûyîna me hebûya, wê di vê astê de komkujî nehatibûya kirin. Li dijî vê zilmê rêxistinbûyîn şert e."

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk Bêmal Ozdemîr li ser medotên rêxistinbûyîna jinên Elewî agahî da. Ozdemîr diyar kir, bi avakirina Meclîsa Jinên Elewî re wê jin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin û bang li hemû jinên Elewî kir ku destekê bidin meclîsê. Ozdemîr her wiha destnîşan kir, ku ew ê giraniyê bidin ser xebatên perwerdeyê.

Piştî axaftinên vekirinê, berdevkên komîsyonan bal kişandin ser pirsgirêkên jinên Elewî li qada rêxistinbûyînê dijîn. Piştî nîqaşan, beşdaran ji bo pêşvebirina xebatên jinan li dergahan, nêrînên xwe bilêv kirin.

Di encama nêrîn û pêşniyarên li ser rêbaza xebatê hatin kirin de, Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk hat ragihandin. Ji bo berdevkiya meclîsê jî Bedrana Yildirim, Hûrî Karayel û Bêmal Ozdemîr hatin hilbijartin. Berdevkên Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk wê ji bo pêvajoya kongreyê amadekariyan bikin.

Di encama civînê de Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk xwerêveberiya li Kurdistanê hatiye ragihandin silav kir û hat ragihandin, ku bikaranîna mafê demokratîk û xwerêvebirinê yê gelê Kurd rewa ye.

Weke rojeva dawî ya civînê jî, xebat û plansaziya dema pêş hat nirxandin. Civîn bi Gulbanga ji aliyê Meryem Deprem ve hat xwendin, bi dawî bû.

...