Meclîsa Jinê ya Ûta li Dresdenê hat avakirin

Li bajarê Elmanya Dresdenê, Meclîsa Jinê ya Ûta hat damezrandin.

Li bajarê Elmanya Dresdenê, Meclîsa Jinê ya Ûta hat damezrandin.

Jinên Kurd ên li Dresdenê li hev civiyan, Meclîsa Jinê ya Ûta ava kirin. Meclîs di Roja Dayikan de hat ragihandin.

Kongreya damezrandinê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre Gul Yucekaya axaftina vekirinê kir. Yucekaya roj li hemû dayikan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya meclîsê. Yucekaya got, "Li cîhaneke ku zarokên tên kirîn û firotin, jin mîna koleyan dijîn, em ancax bi rêxistinbûyînê dikarin bersivê bidin" û destnîşan kir, ku jinên xurt dikarin civakên xurt bafirînin.

Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûyîn, civakî û têkiliyên derve hatin avakirin.

...