Meclîsa Jinê ya Sêvê tevî aktîvîteya Talk Town bû
Meclîsa Jinê ya Sêvê ya li Danîmarkayê, li paytext Kopengagê tevlî aktîvîteya ‘Talk Town’ bû.
Meclîsa Jinê ya Sêvê ya li Danîmarkayê, li paytext Kopengagê tevlî aktîvîteya ‘Talk Town’ bû.
Meclîsa Jinê ya Sêvê ya li Danîmarkayê, li paytext Kopengagê tevlî aktîvîteya ‘Talk Town’ bû.
Li Danîmarkayê bi Konferansa Jinê ya Cîhanê 2016 (Women Deliver 2016) re paralel îsal ji aliyê Konseya Jinê ya Danîmarkayê (Kvinderåd) aktîvîteya “Talk Town” hate lidarxistin. Di mîhrîcana 3 rojan de aktîvîteyên cur bi cur ên wek diyalog, film, pêşendan, panel hatin lidarxistin. Di festîvalê de li ser gelek mijarên mîna newekheviya jin-zilam, êrîşên cinsî û îstîsmar, pirsgirêkên penaberên jin û zarok hatin nirxandin.
Di panela Meclîsa Jinê ya Sêvê de jî li ser cih û xebatên jinên yên di şerê Kurdistanê de hate gotûbêjkirin. Heman rojê, dokûmentera “Dîlegîm Bariş Olsun” (Hêviya min aştî pêk were) hate pêşendan.
JI BO BAKURÊ KURDISTANÊ PIŞTGIRÎ
Bi armanca bal kişandinê têkîldarî qetlîamên li Cizîr û seranserî Kurdistanê, her wiha der heqê “derbeya destlênedanê” ya li hember HDP’ê belavok li Danîmarkiyan hatin belavkirin.
Di roja dawî ya mîhrîcanê de kon hat vedan û li vir Koma Eftelya stran gotin. Dahatûyên ji xwarinên Kurdan hatin bidestxistin jî ji bo Cizîr û Sûrê dan Heyva Sor a Kurdistanê.