Meclîsa Jinê ya Sara li Bonnê konferansa 4. lidar xist
Meclîsa Jinê ya Sara ya li Bonn û Meckenheîmê bi rêxistin e, konferansa xwe ya 4. lidar xist.
ANF
BONN
şemî, 30 avrêlê 2016, 11:42
Meclîsa Jinê ya Sara ya li Bonn û Meckenheîmê bi rêxistin e, konferansa xwe ya 4. li Bonnê lidar xist.
Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgiritnê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Endama TJK-E Nûpel Mûnzûr li vir peyivî û got, "Em kirasê koledariyê yê li me hatiye kirin ji xwe dikin. Bi zanistî û felsefeyê em xwe dixemilînin û vê di pratîkê de jî pêk tînin. Sarayan, Sêvêyan, Pakîzeyan ev kirin." Mûnzûr da xuyakirin, ku wan soz dane şehîdên xwerêveberiyê Mehmet Tûnçan û Pakîze Nayiran û destnîşan kirin, ku di çarçoveya vê soza xwe de ew ê xebatên xwe berfireh û xurtir bikin.
Berdevka dema bihurî ya Meclîsa Jinê ya Sara Dayika Rojîn jî li vir axivî û got, "Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo bi xurtî li ber xwe dide. Berxwedêrên me yên serî li ber dijmin natewînin, pêşengiyê ji me re dikin."
Piştî xwendina rapora xebatê, Meclîsa ji 27 kesan hat h ilbijartin û ji bo berdevkiya demî jî 3 kes hatin destnîşankirin. Konferans bi amadekirina plansaziya demê re bi dawî bû.