Meclîsa Jinê ya Ronahî 2. kongreya xwe pêk anî

Li bajarê Swîsre Baselê, Meclîsa Jine ya Ronahî kongreya xwe ya duyemîn lidar xist.

Li dû hilbijartina dîwanê li ser rewşa dawî bi Kurdî û Tirkî nirxandin hatin kirin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya sala dawî ji bo gelê Kurd û got, "Piştî Tebaxa 2015'an li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Kop û Gimgimê xwerêveberî hatin îlankirin. Kurdan ji tevahiya cîhanê re ragihandin ku ew ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Çawa ku dewleta faşîst li pêşberî şoreşa jinê ya Rojava, serketina dîrokî ya Kobanê û serketina HDP'ê dîn û har bû, bi awayekî bêperwa bi hemû hêza xwe êrîşî bajarên Kurdan ên xwerêveberî lê hat ragihandin kir, şewitand û xera kir. Bi qedexeya derketina derve re gel ji pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar hat hiştin."

Beşdarên kongreyê dan zanîn, ku bi îlana xwerêveberiyan re êdî ti tişt wê mîna berê nebe diyar kirin, gelê Kurd li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst, xwe diparêze. Qisekeran dan xuyakirin, ku ev berxwedan bi Sêvê, Pakîze û Fatmayan, bi gotina 'em nehatin ser çokan, me li ber xwe dan, bi me serbilind bin' a Mehmet Tûnç, deng veda."

Piştî ku rapora karê salekê ya Meclîsa Jinê ya Ronahî hat pêşkêşkirin, berdevkan nêrînên xwe anîn ser ziman.

Di kongreyê de rapora xebatê pêşkêşî dengdanê hat kirin û hat qebûlkirin. Kongre bi hilbijartin û diyarkirina komîsyonan bi dawî bû.

Di encama kongreyê de komîsyonên civakî, karên derve, çapemenî, dayikên aştiyê, perwerde, rêxistinbûyîn, PYD û jinên ciwan hatin hilbijartin.