Meclîsa Jinê ya HDP'ê plansaziya 8'ê Adarê eşkere kir

Meclîsa Jinê ya HDP'ê, bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir ku wê bi dirûşma "Bi vî rengî nameşe, ya azadî ya azadî" pîroz bike.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, bi civîna destpêkê ya piştî kongreyê re bernameya wan a çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê dike.

Piştî navbera civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ku îro li hev civiya, endamên Meclîsa Jinê civîneke çapemeniyê li dar xistin û ragihandin ku pîrozbahiyên 8'ê Adarê wê 1'ê Adarê dest pê bike û hefteyekê bidome.

Berdevka Meclîsa Jinê Besîme Konca li civînê axivî û got, di civîna duh de wan pêvajoya du salan nirxandine û amadekirina plansaziya 8'ê Adarê rojeva sereke ya civîna wan bû.

Konca bi bîr xist ku Tirkiye îro ber bi şer ve tê birin, her kesên li ber şer radibin tên binçavkirin, talan û mêtingerî bi her awayî tên rewakirin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî wê 8'ê Adarê îsal bi dirûşma "Bi vî rengî nameşe, ya azadî ya azadî" pîroz bikin.

Konca diyar kir li her devera rêxistiniya wan heye wê ji 1'ê Adarê dest pê bikin û ji girtiyên jin re kartan bişînin, panel, civîn û şahiyan li dar bixin û roja 8'ê Adarê jî li hin bajaran mîtîngên navendî li dar bixin.