Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em qedexeya li ser 8'ê Adarê nas nakin, em li qadan e

Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew qedexekirina çalakiyên 8'ê Adarê nas nakin.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkildarî qedexekirina çalakiyên 8'ê Adarê yên li Riha, Enqere û Stenbolê daxuyaniyek weşand û got, "Em qedexeyê nas nakin". Meclîsê ragihand, jin wê ji bo azadî û wekheviyê her li qadan bin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, hikûmeta AKP'ê ya çalakiyên 8'ê Adarê qedexe kiriye, ji berxwedêriya têkoşîna azadiya jinê ya li hemberî qedexeyan ditirse û hat gotin, "Qedexekirina 8'ê Adarê, bi tenê yek ji polÎtîkayên hikûmeta AKP'ê yên ji bo bêdengkirina jinan, anîna ser çokan û serîtewandinê ye. Bi qedexekirina 8'ê Adarê de hikûmeta AKP'ê dixwaze jin ji têkoşîna azadiya jinê ya li hemberî feraseta zordar vegerîne."

'YÊ NE REWA YE, HÛN E'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, li gorî xala 34. a Destûra Bingehîn mafê her kesî heye bêdestûr meş û çalakiyan lidar bixin û hat gotin, "Li gorî metn ên hiqûqa navneteweyî, xwepêşandanên aştiyane, ewlekarî jî di nav de bi ti sedemê nabe ku bên astengkirin. Weke jinên HDP'yî em vê qedexeyê nas nakin! Em mafê kombûn, axaftin, daxwazkirin, berxwedan û têkoşînê, bi kurtasî mafê jiyana bi rûmet diparêzin. Yê ne qanûnî, ne rewa ne 8'ê Adarê ye, qedexeyên we bi xwe ne."

Meclîsa Jinan diyar kir, Enqere, Stenbol û Riha jî di nav de ew ê di hefteya 8'ê Adarê de li her derê li qadan bin û daxwaza azadî û wekheviyê bilêv bikin.